Li Geverê 2 kes hatin girtin, kesek hat binçavkirin
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li Geverê 2 kes hatin girtin. Di serdegirtina danê vê sibehê de jî kesek hat binçavkirin.
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li Geverê 2 kes hatin girtin. Di serdegirtina danê vê sibehê de jî kesek hat binçavkirin.
Li navçeya Colemêrg Geverê, Atîlla Bîlîcî, Eyup Bîlîcî, Munîr Onay û kesekî navê wî nehat zanîn ên di 20'ê Tîrmehê de li pêşiya gundê Kalanêsê ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin, piştî kar û barên li emniyetê radestî edliyeyê hatin kirin. Li dû îfadeya li dozgeriyê, ji bo bên girtin, sewqî dadgehê hatin kirin. Ji 4 kesan 2 kes hatin berdan, Eyup Bîlîcî û Munîr Onay jî bi îdîaya 'alîkariya ji bo rêxistinê' hatin girtin û li girtîgeha Colemêrgê hatin bicihkirin.
Di navberê de polîsan danê vê sibehê bi maşînên zirxê avêtin ser maleke li taxa Yenîmahale û Bayram Korkmaz kirin binçavan.
Hat ragihandin ku Korkmaz ji ber lêpirsîna li Mêrsînê hatiye binçavkirin û ew birine Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.