Komkujiya Pirsûsê li Ewropayê bi girseyî hat protestokirin

Êrîşa bombeyî ya li Pirûsê pêk hat ku di encamê de 32 ciwan hatin qetilkirin, li Ewropa û Japonyayê hat protestokirin.

Êrîşa bombeyî ya li Pirûsê pêk hat ku di encamê de 32 ciwan hatin qetilkirin, li Ewropa û Japonyayê hat protestokirin.

TOKYO

Li paytexta Japonya Tokyoyê êrîşa li Pirsûsê hat protestokirin. Girseya li ber nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) civiya, dirûşmên 'Terorîst Tirkiye, terorîst Erdogan' qîriya. Di axaftinên li vê derê de bal hat kişandin ser hevkariya dewleta Tirk a bi DAIŞ’ê re.

Di çalakiyê de navê endamên SGDF’î yek bi yek hat xwendin û çalakî heta derengiya şevê berdewam kir. 

GRAZ

Li bajarê Graz ê Awûstûryayê jî komkujiya Pirsûsê hat protestokirin û çalakî li Sudtîroler Platz pêk hat. Di axaftinan de hat gotin ku êrîş ji aliyê çeteyan ve hatiye kirin û berpirsyarê vê hikûmeta AKP'ê ye. Hat xwestin ku li Awûstûrya û Yekîtiya Ewropayê di vê mijarê de siyasetek bi bandor bê meşandin. 

LÎNZ

Li bajarê Lînzê jî ji aliyê Yekîtiya Hêza Demokratîk ve meşek ji Schîllerparkê destpê kir. Girseya gel piştî meşê li navenda bajê çalakiya rûniştinê pêk anî. Di axaftinên li vir de hat diyar kirin ku ev ciwan şehîdên Kurdistanê ne û ev têkoşîn wê bi serketinê tacîdar bibe. 

TORONTO

Li bajarê Toronto yê Kanadayê jî li ber Konsolosxaneya Tirkiyeyê çalakiyek pêk hat û nêzî 400 kesî beşdarî çalakiyê bûn. Di axaftinan de hat ragihandin ku êrîş li dijî avabûna Kobanê pêk hatiye û dewleta Tirk jî di nava vê êrîşê de heye. 

DRESDEN

Li bajarê Dresden ê Elmanyayê jî mîtîngek bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Hevseroka Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk Fatma Karahan komkujî şermezar kir û diyar kir ku DAIŞ bi tena serê xwe nikare vê êrîşê bike.

Çepa Elman jî beşdarî mîtîngê bû û desteka xwe anî ziman. Belavokên ku komkujiya Pirsûsê şermezar dikir, hatin xwendin. Parlamenterê Die Linke yê eyaleta Sachsenê Mirko Schulzen jî beşdar bû û axaftinek kir. Scuhulzen ragihandin ku wê bi Kobanê re di nava piştevaniyê de bin. MLPD, Dîe Lînke û komên anarşît jî bi rengên xwe beşdarî mîtînê bûn. 

ESSEN

Li bajarê Essen ê Elmanyayê jî li ber HBF’ê komkujiya Pirsûsê hat lanetkirin. Navenda Civaka Kurd, DÎDF, di çalakiyê de cih girtin û nêzî 2 hezar kes beşdar bûn.  Meş bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû. 

HÎLDESHEÎM

Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê jî komkujiya Pirsûsê hat protestokirin. Nêzî 1500 kesî beşdarî çalakiyê bûn. Girse li ber HBF’ê hat cem hev û heta peykerê Hockup meşiya. Piştre mîtîngek pêk anîn. Rêz hat girtin û  li ser navê NAV-DEM Hîldesheîm, PYD û Die Linke axaftin hatin kirin. Pêkhateyên Yekîtiya Hêza Demokratîk û endamên Partiya Çep Die Linke beşdar bûn. 

MUNSTER

Li Munsterê jî çalakiyek ji aliyê Civaka Azad ve hat organîzekirin û girseya li stasyona navendî hat cem hev. Girse ji vir ber bi Konsolosxaneya Tirkiyeyê ve meşiya.

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ya Munster, Osnabruck, Gronau, Dîe Lînke, û saziyên Elewî û Êzidî, ciwanên MLKP-D beşdar bûn.

Girse bi qîrîna dirûşmeyan xwe gihand ber Konsolosxaneya Tirkiyeyê. Ji Civaka Azad Tahîr Koçer li vir axivî û diyar kir ku komkujî ji aliyê AKP û Erdogan ve hatiye kirin. 

HAGEN

Li Hagenê jî bi beşdarbûn hezar kesî çalakî pêk hat. Girse ji sstasyona Hagenê ber bi navenda bajêr dest bi meşê kirin. Piştî meşê Hevserokê NAV-DEM’ê Yuksel Koç axivî û anî ziman ku hikûmeta AKP dixwaze li gorî xwe modelekê bifirîne, lê li dijî berxwedana gelê Kurd têk çûye û li ser vê komkujiyan dike.