Ji Metropolîtê Tûrabdîn Aktaş peyama 'Komkujiya Pirsûsê'

Metropolîtê Tûrabdîn Mor Tîmotheos Samûel Aktaş, ji ber komkujiya Pirsûsê peyamek weşand.

Metropolîtê Tûrabdîn Mor Tîmotheos Samûel Aktaş, ji ber komkujiya Pirsûsê peyamek weşand.

Di peyamê de wiha hat gotin: "Di encama çalakiya terorê ya 20'ê Tîrmeha 2015'an roja Duşemê ya li navçeya Riha Pirsûsê de, 32 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî sed kes birîndar bûn. Mîna hemû Tirkiyeyê em jî weke civaka Suryaniyan gelekî xemgîn bûne. Bi vê wesîleyê, hemû êrîşên terorê yên mîna vê, ku mafê jiyanê yê pîroz ê Xwedayê mezin pêşkêş kiriye tine dihesibîne, aramî, bextewarî, yekîtî û hevgirtina mirovan hedef digirin, weke şexsê xwe li ser navê civaka Suryanî ya Tûrabdîn şermezar dikim, ji malbatên welatiyên me yên jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê, ji birîndaran jî şîfa xêrê dixwazim."