KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Hesekê şerê dijwar!
Li taxa Newşa ya li rojhilatê Hesekê, şerê piştî nîvro di navbera hêzên YPG/YPJ û çeteyên DAIŞ'ê de destpê kir, bi dijwarî dewam dike. -
Li Mêrdîn û navçeyên wê komkujiya li Pirsûsê hat şermezarkirin
Bi pêşengiya rêxistinên DBP û HDP'ê yên Mêrdînê, li bajar û navçeyên wê, komkujiya li Pirsûsê hat şermezarkirin. -
TEV-DEM: Êrîş li hember ji nû ve avakirina Kobanê ye
Desteya Rêvebera a TEV-DEM’ê derbarê êrîşa li dijî endamên Yekîtiya Komeleyên Ciwanên Sosyalîst a li bajarê Pirsûsê bi tundî şermezar kir û destnîşan kir ku ev êrîş li dijî hemleya jinûve avakirina Kobanê ye. -
Li Wanê hezaran Komkujiya Pirsûsê şermezar kirin
Rêxistinên DBP û HDP’ê yên Wanê bi meş, daxuyaniya çapemeniyê û çalakiya rûniştinê Komkujiya Pirsûsê şermezar kirin. -
Leşker û Polîsan li Pirsûsê êrîşî gel kirin
Girseya gel a li ber Navenda Çandê ya Amara civiya, rastî êrîşa bi bombeyên gazê ya polîs û leşkeran hat. -
Karasû: Şerê qirêj ê AKP û DAIŞ'ê bi têkoşîna gelan dikare bê sekinandin
Karasû der barê êrîşa li Pirsûsê de got, "Ev komkujî, komkujiyek li hemberî têkoşîna piştevaniya sosyalîstên li Tirkiyeyê û gelên li cîhanê ye, ku di roja Kobanê ya cîhanê de şênber bûye." -
Komalên Ciwan li hember komkujiyê banga serhildanê kir
Koordînasyona Komalên Ciwan Komkujiya Pirsûsê şermezar kir û banga pêşxistina serhildanan kir. -
Karasû: AKP'ê DAIŞ afirand û mezin kir, veguherand hêzeke qetlîamker
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû destnîşan kir, ku ya rê li ber komkujiya li Pirsûsê vekiriye, hevkariya AKP-DAIŞ'ê ye. -
KCD'ê komkujiya li Pirsûsê şermezar kir
KCD'ê diyar kir ku barbarên DAIŞ'ê û destekvanên wê yên qirêj dest dane hev û îro li Pirsûsê li hemberî gelê Kurd, dostên Kurdan û mirovahiyê komkujiyeke din kirine. -
Cenazeyê şervanê YPG'ê Koyûncû li Rihayê hat veşartin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Serhat Koyûncû (Rojhat Egîd) ê li gundê Mencir ê Serêkaniyê birîndar bû û li nexweşxaneya Enqereyê ya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke girseyî ve li Wêranşarê hat veşartin. -
Komkujiya li Pirsûsê li Den Haagê tê protestokirin
Komkujiya li Pirsûsê ya li hemberî endamên SGDF, li bajarê Hollanda Den Haagê li pêşiya Konsolosxaneya Tirkiyeyê bi awayekî girseyî tê protestokirin. -
HDK: Hêzên tarî yên bi desteka desthilatdariya siyasî li ser kar in
Hevberdevkên HDK'ê Tûncel û Kurkçu, komkujiya li Pirsûsê şermezar kirin. -
Ciwanên Azad êrîşa li Pirsûsê şermezar kir
Ciwanên Azad êrîşa bombeyî ya li hemberî endamên SGDF, ku ji bo tevlî karê avakirina Kobanê bibin çûn Pirsûsê, şermezar kir. -
Meclîsa Tenduristiyê ya KCD'ê 3 ambûlans û ekîbek ji 13 kesan şand Pirsûsê
Piştî êrîşa bombeyî ya li hemberî ciwanên SGDF'yî yên ji bo ji nû ve avakirina Kobanê çûn Pirsûsê, Meclîsa Tenduristiyê ya KCD'ê 3 ambûlans û ekîbek ji 13 kesan şand Pirsûsê. -
Asayîşa Kobanê: Teqîn ne ji ber êrîşê ye, bajarê me di bin kontrolê de ye
Rêveberiya Asayîşa Kobanê diyar kir ku teqîna îro ya li Kobanê rûda, ji ber qezayek di rakirina teqemeniyên çeteyan de pêk hatiye û got, "Bila gelê me piştrast be, bajarê me di bin kontrolê de ye." -
HDP: Divê AKP hesabê komkujiya li Pirsûsê bide
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Yuksekdag û Demîrtaş destnîşan kirin ku hikûmet hevkarê komkujiya li Pirsûsê ye. Di daxuyaniya hevserokan de banga 'xwe biparêzin' li gel û saziyan hat kirin. -
KJA: Em li hember komkujiyê bêdeng namînin
Kongreya Jinên Azad (KJA), têkildarî êrîşa li Pirsûsê ya li hember endamên SGDF’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand. -
Komkujiya li Pirsûsê wê li Ewropayê bê protestokirin-HAT NÛKIRIN
Komkujiya li navçeya Pirsûsê ya li hemberî ciwanên SGDF'yî, wê li gelek bajarên Ewropayê bê protestokirin. Ji bo çalakiyan banga beşdariyê hat kirin. -
Nasnameya 2 şervanên YPG’ê hatin aşkerakirin
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya 2 şervanên xwe yên ku di demên cuda de li Kantona Kobanê û Cizîrê jiyana xwe ji dest dane aşkera kir. -
KCK: Kujerê van ciwanan yekser Hikûmeta AKP'ê ye
KCK: Berpirsyarê sereke yê vê komkujiyê Hikûmeta AKP'ê ya ku destekê dide DAIŞ'ê ye. Kujerê van ciwanan yekser Hikûmeta AKP'ê ye. Têkilî û tifaqa AKP'ê ya li ser dijminatiya li Kurdan bi DAIŞ'ê re kiriye, rê li ber vê komkujiyê vekiriye. -
Walî Kuçuk: Êrîşeke xwekujî ye, 28 mirî hene
Waliyê Rihayê Îzzettîn Kuçuk têkildarî êrîşa bombeyî ya li hemberî ciwanên SGDF'ê ya Pirsûsê de daxuyanî da û got ku êrîş, êrîşeke xwekujî ye û ev yek zelal bûye. -
Parsê Anatolya yê cureyê wî diqede li Dêrsimê mirî hat dîtin
Li robarê Karagoz ê gundê Bogali yê girêdayî Pilemûr a Dêrsimê çêlika Parsê Anatolya yê ji zû ve miriye hat dîtin. -
HDP û DBP'ê êrîşa li Wanê ya li dijî gel şermezar kirin
Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Wanê bi daxuyaniyeke hevpar êrîşa duh bi şev a polîsan a li taxa Xaçortê li hebmerî gelê sivîl pêk anîn şermezar kirin û xwestin berpirsyar ji wezîfeyê bên girtin. -
Li dijî komkujiya li Pirsûsê banga çalakiyan li gel hat kirin
Partiyên siyasî û saziyên li Tiriye û Ewropayê, êrîşa li Pirsûsê şermezar dikin. Di daxuyaniyan de bal tê kişandin ser hevkariya AKP'ê ya bi DAIŞ'ê re û rola di êrîşê de. Her wiha bang li gel dikin ku tevlî çalakiyan bibe. -
Şahidê bûyerê Garîp Çelîk, kêliya teqînê vegot
Derhênerê Kurd Garîp Çelîk dema êrîşa bombeyî ya li Pirsûsê pêk hat dîmen dikişand, ji ANF’ê re axivî. Çelîk diyar kir ku teqîn di nav koma ku daxuyaniya çapemeniyê dida pêk hat.