Li dijî komkujiya li Pirsûsê banga çalakiyan li gel hat kirin

Partiyên siyasî û saziyên li Tiriye û Ewropayê, êrîşa li Pirsûsê şermezar dikin. Di daxuyaniyan de bal tê kişandin ser hevkariya AKP'ê ya bi DAIŞ'ê re û rola di êrîşê de. Her wiha bang li gel dikin ku tevlî çalakiyan bibe.

Partiyên siyasî û saziyên li Tiriye û Ewropayê, êrîşa li Pirsûsê şermezar dikin. Di daxuyaniyan de bal tê kişandin ser hevkariya AKP'ê ya bi DAIŞ'ê re û rola di êrîşê de. Her wiha bang li gel dikin ku tevlî çalakiyan bibe.

Nerazîbûnên li hemberî êrîşa bombeyî ya li navçeya Riha Pirsûsê de ku bû sedem gelek mirov jiyana xwe ji dest bidin, dewam dikin.

KCD-E: AKP JI BO ÊRÎŞÎ ŞOREŞÊ BIKE LI FIRSENDÊ DIGERE

Hevserokatiya KCD-E di daxuyaniya xwe de bal kişand ser koalîsyona AKP-DAIŞ'ê û êrîş şermezar kir. KCD-E ragihand ku rûdana êrîşê di salvegera Şoreşa Rojava de armanca êrîşê bi zelalî radixe pêş çavan û got, "Piştî vê êrîşa hov AKP bi mebesta gotina 'eger agirbest xera bibe encamê ev be' daxuyanî da û nîşan da ku kî berpirsyariya êrîşê digire ser xwe.'" Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Şoreşa Rojava ku bûye hêviya gelên bindest ên Rojhilata Navîn her roj rastî gefên AKP'ê tê û hat destnîşankirin ku AKP a senaryoyên şer dinivîsîne, ji bo êrîşî Şoreşa Rojava bike, li firsendan digere. KCD-E got, "Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, operasyonên siyasî yên piştî hilbijartinê, êrîşên bi rêbaza AKP-JÎTEM ên li Erdexan û tevahiya Kurdistanê hatin destpêkirin, li Pirsûsê derketine asta herî bilind."

Di daxuyaniyê de bang lşi gel û saziyên li Ewropayê, şoreşger, demokrat û raya giştî ya navneteweyî hat kirin ku li hemberî êrîşan dakevin kolanan û çalakiyan lidar bixin.

ATÎK: HESAP WÊ WERE PIRSÎN

Di daxuyaniya ATÎK'ê de jî hat destnîşankirin ku hesabê mirovên li Pirsûsê hatin qetilkirin wê were pirsîn û hat gotin, "Ji ber êrîşa li hemberî ciwanên SGDF yên ji bo ji nû ve avakirinê diçûn Kobanê, êşa me mezin e. Kujer wê hesap bidin vî gelî. Bi piştevaniya SGDF û ESP'ê re em ê cesareta kujeran bişikînin û hesap ji wan bipirsin."

ODP: BERPIRSYARÊ SEREKE DESTHILATDARIYA AKP'Ê Û ERDOGAN E

Navenda Giştî ya ODP'ê jî êrîşa li Pirsûsê şermezar kir û got, "Ev êrîşa qetlîemkarên DAIŞ'ê ku li hemberî ciwanên me yên jiyan ji Kobanê re dibirin hat kirin, êrîşek li dijî aştî, azadî û jiyanê ye. Ji malbatên xwişk û birayên xwe yên di vê êrîşê de jiyana xwe ji dest dane, ji hemû hêzên alîgirên aştî, azadî û biratiyê re em sersaxiyê dixwazin. Ji xwişk û birayên xwe yên birîndar re şîfa lezgîn dixwazin."

ODP'ê got, "Berpirsyarê sereke yê vê komkujiyê, xwediyê TIR'ên MÎT'ê ne ku çek û bombe ji DAIŞ'ê re dibirin. Berpirsyarê sereke Erdogan, Davûtoglû û desthilatdariya AKP'ê ye."

ODP'ê got, "Lê belê çi dibe bila bibe, bi berxwedan û piştevaniya gel re wê aştî bi ser bikeve... Azadî wê bi ser bikeve... Jiyan wê bi ser bikeve... Emperyalîzm, DAIŞ û AKP wê li Rojhilata Navîn û welatê me têk biçin."