Li Hesekê şerê dijwar!

Li taxa Newşa ya li rojhilatê Hesekê, şerê piştî nîvro di navbera hêzên YPG/YPJ û çeteyên DAIŞ'ê de destpê kir, bi dijwarî dewam dike.

Li taxa Newşa ya li rojhilatê Hesekê, şerê piştî nîvro di navbera hêzên YPG/YPJ û çeteyên DAIŞ'ê de destpê kir, bi dijwarî dewam dike.

Îro saet di 15:30 de, li taxa Newşa ya rojhilat di navbera hêzên YPG/YPJ û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar destpê kir. Di vî şerê her diçe dijwar dibe de hêzên YPG/YPJ'ê li taxê bi pêş ve diçin. Der barê encamên şer de agahiyên zelal bi dest neketin.

Li aliyê din, balafirên koalîsyonê jî mewziyên çeteyên DAIŞ'ê yên li herêmê bombebaran kirin.