Li Wanê hezaran Komkujiya Pirsûsê şermezar kirin
Rêxistinên DBP û HDP’ê yên Wanê bi meş, daxuyaniya çapemeniyê û çalakiya rûniştinê Komkujiya Pirsûsê şermezar kirin.

Bi hezaran kesên ji bo şermezarkirina Komkujiya Pirsûsê li Parka Feqiyê Teyran kom bûn, bi dirûşman heta Terqarê ya 2 Nîsanê meşiyan.
Li vir Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Wanê Veysî Dîlekçî daxuyaniya çapemeniyê da. Dîlekçî yê komkujî lanet kir got: “Divê her kes zanibe gelê me di vê astê de ye ku li hember van êrîşên hov parastina xwe pêş bixe.”
Dîlekçî ji bo kesên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane ji Xwedê rehm, ji xizmên wan re sersaxî û ji birîndaran re şifa xwest.
Piştî daxuyaniyê bi hezaran kesên çalakiya rûniştinê pêk anîn, komkujî şermezar kirin. Dema girse belav dibû aloziya ku polîsan dixwest derxin piştî rêveberên HDP û DBP’ê ketin navberê bi dawî bû.