Parsê Anatolya yê cureyê wî diqede li Dêrsimê mirî hat dîtin
Li robarê Karagoz ê gundê Bogali yê girêdayî Pilemûr a Dêrsimê çêlika Parsê Anatolya yê ji zû ve miriye hat dîtin.

Piştî çêlika Parsê Anatolya li Robarê Karagoz ê li gundê Bogali yê girêdayî Pilemûr a Dêrsimê hat dîtin agahî dan ekîbên Parastina Xwezayê û Parkên Milî. Berdevkê Hewldana Parastina Mîrasa Xwezayî û Çandî ya Dêrsimê Bariş Yildirim têkildarî mijarê got, divê projeyên HES’an tavilê bên betalkirin.
Yildirim diyar kir îxtîmala ku ev çêlîk Parsê Anatolya be zêde ye û got: “Eger derkeve holê ku Parsê Anatolyayê ye divê projeyên kanan, bendav û HES’an tavilê bên betalkirin. Ji ber tê zanîn ku nifşê vî cureyî li cîhanê diqede. Divê li gor Peymana Bern jî di aliyê zanîstî de bê parastin.”