Meclîsa Tenduristiyê ya KCD'ê 3 ambûlans û ekîbek ji 13 kesan şand Pirsûsê
Piştî êrîşa bombeyî ya li hemberî ciwanên SGDF'yî yên ji bo ji nû ve avakirina Kobanê çûn Pirsûsê, Meclîsa Tenduristiyê ya KCD'ê 3 ambûlans û ekîbek ji 13 kesan şand Pirsûsê.
Piştî êrîşa bombeyî ya li hemberî ciwanên SGDF'yî yên ji bo ji nû ve avakirina Kobanê çûn Pirsûsê, Meclîsa Tenduristiyê ya KCD'ê 3 ambûlans û ekîbek ji 13 kesan şand Pirsûsê.
Piştî êrîşa bombeyî ya li hemberî ciwanên SGDF'yî yên ji bo ji nû ve avakirina Kobanê çûn Pirsûsê, Meclîsa Tenduristiyê ya KCD'ê 3 ambûlans û ekîbek ji 13 kesan şand Pirsûsê. Ekîba tenduristiyê wê der barê komkujiya li Pirsûsê de lêkolînan bike û desteka tibî bide. Meclîsê, ji bo birîndar veguhastin Amedê ket nava hewldanan.
Meclîsa Tenduristiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji bo êrîşa bombeyî lêkolîn bike û desteka tibî pêşkêş bike, 3 ambûlans û ekîbek ji 13 kesan şand Pirsûsê. Endamê Rêveberiya Meclîsa Tenduristiyê ya KCD'ê Ramazan Bulbul diyar kir ku di komkujiya zêdeyî 30 kesan jiyana xwe ji dest dan de, 99 kes birîndar bûne, rewşa 35 ji birîndaran giran e û jiyana 8 ji wan di rewşeke xetere de ye.
Bulbul anî ziman ku piraniya birîndar sewqî Rihayê hatine kirin û ji ber unîteya lezgîn a li Rihayê têrker nîne, ji bo 8 birîndarên jiyana wan di xeteriyê de ne sewqî Amedê bên kirin, ew ketine nava hewldanan. Bulbul da xuyakirin ku xwîna ji komên AB pozîtîf û AB negatîf a ji bo birîndaran pêwîste, hatiye peydakirin.
Meclîsa Tenduristiyê ya KCD'ê diyar kir ku maseyek krîzê ya ji Komeleya Tenduristî û Civakê ya Mezopotamya û SES'ê hatiye avakirin û ji bo birîndarên sewqî Amedê werin kirin, ew di nava seferberiyê de ne.