Komalên Ciwan li hember komkujiyê banga serhildanê kir

Koordînasyona Komalên Ciwan Komkujiya Pirsûsê şermezar kir û banga pêşxistina serhildanan kir.

Koordînasyona Komalên Ciwan Komkujiya Pirsûsê şermezar kir û banga pêşxistina serhildanan kir.

Koordînasyona Komalên Ciwan bi daxuyaniya ku weşand êrîşa li Pirsûsê ya li hember ciwanên SGDF’ê bi tundî şermezar kir û got: “Di serî de em bang li gelê me yê li Bakurê Kurdistan û metropolên Tirkiyeyê dijîn, hemû ciwanên sosyalîst û şoreşger dikin ku bi ruhê 6-7’ê Cotmehê li hember faşîzma AKP’ê û zilma DAIŞ’ê rabin serhildanê.”

Komalên Ciwan got: “Di van rojên ku em salvegera Şoreşa Rojava pêşwazî dikin, em bi êrîşeke din a hov a faşîzma DAIŞ'ê re rû bi rû hatin. Beriya her tiştî em rêhevalên xwe yên di vê komkujiyê de şehîd ketine bi rêz û hurmet bibîr tînin û soz didin bîranîna wan di têkoşîna xwe de mezin bikin.        

Em careke din bi hevkariyeke AKP-DAIŞ’ê re rû bi rû ne. Komkujiya li Pirsûsê bêtehemûliya dewleta AKP’ê ya li hember şoreşa Rojava ye. Dewleta AKP’ê ya ji destpêkê ve li hember Şoreşa Rojava helwesteke dijmintî nîşan dide li hember destketiyên demokratîk ên gelê Kurd bi çeteya DAIŞ’ê ya dijminê mirovatiyê re di nav hevkariyeke nû de ye. Şoreşa Rojava ne tenê yekîtiya di nav Kurdan de, bûye sedema yekîtiya di nav gelên Rojhilata Navîn. Çi li Kurdistanê çi li Rojhilata Navîn zîhniyetên mêtinkar û çeteyên paşverû yên tehemûlî tifaqa di nav gelan de nakin, dixwazin bi komkujiyên wiha gelan biçewisînin… Ciwanên şoreşger ên di Şoreşa Rojava de berdêlên mezin dan û di encama van berdêlên mezin de rêveberiya xwe ya demokratîk ava kirin.

Ev komkujiya li hember ciwanên bi Kobanê re di nav piştevaniyê de ne û rêxistinên ciwanan ên sosyalîst, komkujiya zîhniyetên dewletên mêtinger ên ji xwişk û biratiya bê van xakan ditirsin e. Ev komkujî li hember destketiyên li Rojava û serketina hilbijartina dawî ya di encama têkoşîna hevpar a gelan de hat bidestxistin e.”

Koordînasyona Komalên Ciwan herî dawî ev bang kir:

“Li hember tiştên îro rû dane bersiva me berxwedan û têkoşîna me ye. Ji ber vê li hember vê zilma hatiye kirin em banga berxwedanê li tevayî ciwanên şoreşger dikin. Kesên îro li hember zilm û komkujiyê dengê xwe bilind neke, tevlî berxwedanê nebe, em e wan wek hevparê barbariya AKP û DAIŞ’ê bibînin. Di serî de em bang li gelê me yê li Bakurê Kurdistan û metropolên Tirkiyeyê dijîn, hemû ciwanên sosyalîst û şoreşger dikin ku bi ruhê 6-7’ê Cotmehê li hember faşîzma AKP’ê û zilma DAIŞ’ê rabin serhildanê.”