HDK: Hêzên tarî yên bi desteka desthilatdariya siyasî li ser kar in
Hevberdevkên HDK'ê Tûncel û Kurkçu, komkujiya li Pirsûsê şermezar kirin.
Hevberdevkên HDK'ê Tûncel û Kurkçu, komkujiya li Pirsûsê şermezar kirin.
Hevberdevkên Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) Sebahat Tûncel û Ertûgrûl Kurkçu, der barê komkujiya li Pirsûsê de daxuyaniyek dan û gotin, "Em êrîşa bombeyî ya li dijî mirovahiyê ku li hemberî ciwanên SGDF'yî hat kirin, li her devera Tirkiyeyê bi gelê xwe re protesto dikin."
'LI DIJÎ RÊXISTINÊN NÎJADPEREST Û QETLÎEMKAR EM Ê PIŞTEVANIYÊ XURT BIKIN'
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em dixwazin berpirsyarên vê komkujiya ku pêvajoya aştiyê û biratiya gelan a li Tirkiyeyê hedef digire, tavilê bên ronîkirin. Li hemberî van polîtîkayên qetlîamê ku ji aliyê hêzên tarî yên bi desteka desthilatdariya siyasî tên meşandin, weke Kongreya Demokratîk a Gelan, em dixwazin were zanîn ku em ê li dijî rêxistinên nîjadperest û qetlîamkar piştevaniya xwe xurtir bikin.
Bila rehma Xwedê li hemû hevrê, xwişk û birayên me be, serê gelê me û malbatan sax be. Ji hevalên xwe yên birîndar re jî em şîfa xêrê dixwazin."