Asayîşa Kobanê: Teqîn ne ji ber êrîşê ye, bajarê me di bin kontrolê de ye

Rêveberiya Asayîşa Kobanê diyar kir ku teqîna îro ya li Kobanê rûda, ji ber qezayek di rakirina teqemeniyên çeteyan de pêk hatiye û got, "Bila gelê me piştrast be, bajarê me di bin kontrolê de ye."

Rêveberiya Asayîşa Kobanê diyar kir ku teqîna îro ya li Kobanê rûda, ji ber qezayek di rakirina teqemeniyên çeteyan de pêk hatiye û got, "Bila gelê me piştrast be, bajarê me di bin kontrolê de ye."

Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Kobanê der barê teqîna îro piştî nîvro ya li bajêr de daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li gel kir ku bi agahiyên şaş ên tên belavkirin re, bawer neke.

Di daxuyaniya Asayîşê de ev agahî hat dayîn:

"Piştî rizgarkirina bajarê Kobanê di Çileya 2015’an de ji çeteyên DAIŞ'ê, vê carê pêngava paqijkirina bajêr ji bermahiyên çeteyan û şer ji aliyê YPG’ê û Asayîşê ve hat destpêkirin.

Di vê pêngavê de bi sedan hawan û mayîn û bermahî ji nava Kobanê hatin rakirin û li nêzî navenda Yekîneyên Parastina Gel hatibûn komkirin.

Îro di saat 12:50 piştî nîvro dema ku  şervanan Bûrkan El-Firat dixwastin ew mayîn û hawanan ji bajar derbixin, ji ber qezaya ku di dema rakirinê de çêbû teqînek nêzî navenda YPG’ê pêk hat.

Piştî ew teqîna ku çêbû di nava gel de hat belavkirin ku ew teqîn ji aliyê çeteyan ve pêkhatiye. Lê bila gelê me ji vê yekê piştrast be ku bajarê me di bin kontrolê de ye û bila gelê me di vî alî de hişyar be, li agahiyên şaş û ne rast guhdarî neke."