Nasnameya 2 şervanên YPG’ê hatin aşkerakirin
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya 2 şervanên xwe yên ku di demên cuda de li Kantona Kobanê û Cizîrê jiyana xwe ji dest dane aşkera kir.
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya 2 şervanên xwe yên ku di demên cuda de li Kantona Kobanê û Cizîrê jiyana xwe ji dest dane aşkera kir.
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya 2 şervanên xwe yên ku di demên cuda de li Kantona Kobanê û Cizîrê jiyana xwe ji dest dane aşkera kir.
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya 2 şervanên xwe yên di demên cuda de li Kantona Kobanê û Cizirê jiyana xwe li dest dane aşkera kir.
Daxuyaniya fermî ya YPG’ê wiha ye: “Yekem car ku şoreşek weke şoreşa Rojavayê Kurdistanê li Rojhilata Navîn ava dibe bi hêza xwe ya leşkerî û rêxistinbûna wê di milên fikrî û Bîrdozî de.
Ev yek bu sedem ku ciwanên azadîxwaz, ji her milî de beşdarî şoreşa mirovahiyê bibin û îspat bikin ku Giyana Şoreşgerî di ciwanan de bi dawî nebûye û serî li hember desthilatdaran netewandiye.
Rêhevalê me Zinar Silêman ku sembola hevaltî bû, bi xwîna xwe navê xwe di dîroka mirovahiyê de nivîsand. Di heman demê de rêheval Karo Sine yê bi têkoşîna xwe ya bilind benê koletiyê şikand û bi lehengiyek pir mezin li dijî hovîtiya DAIŞ’ê şer kir û şehîd bû, bi xwîna xwe ala azadiyê bilind kir û têkoşîna azadiyê şopand.
Em weke rêhevalên van lehengan, bi mebesta şehadeta wan soza xwe ya serketine dubare dikin û di serî de ji malbatên heval Zinar û Karo û hemû gelên Kurdistanê re sersaxî dixwazin. Serketin, a gel û şervanên têkoşer be.”
Nasnameya şervanan wiha ye:
Nasnav: Zinar Silêman
Nav: Mihemed Selîm Silo
Navê dayikê: Sakîne
Navê bav: Silêman
Cihê jidayikbûnê: Dirêk
Cih û dîroka şehadetê: 19-7-2015 Dirêk
Nasnav: Karo Sine
Nav: Osman Tal
Navê dayikê: Şerîfe
Navê bav: Silêman
Cihê jidayikbûnê: Sine
Cih û dîroka şehadetê: 30- 9-2014 Kobanê