KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Vîlayetî Sor û Felhaya şopên pevçûnên giran...
Şervanên YPG û YPJ’ê duh Vîlayetî Sor û gundê Felha ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kir û piştî vê pevçûnan destpê kir. -
Ji TEV-DEM’ê daxuyaniya ji bo 19’ê Tîrmehê
Tevgera Civaka Demorkatîk (TEV-DEM) şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir û banga parastina destketiyên şoreşa 19’ê Tîrmehê li hemû aliyan kir û ji koçberan xwest vegerin û xebatên veguhertina demokratîk de cih bigrin. -
YPG: Çeteyan li Hesekê û Til Berak çekên kîmyewî bi kar anîn
Fermandariya Giştî ya YPG’ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê di dawiya meha Hezîranê de çekên kimyewî li dijî hêzên wan û sivîlan li herêmên Hesekê û Til Berak bi kar anîne. -
PDK li sînorê Şengal-Rojava xendekan dikole
Derket holê ku pêşmergeyên girêdayî PDK’ê li xeta sînor a Rojava û Başûrê Kurdistanê dest bi kolandina xendakan kiriye. -
Li Agiriyê pevçûn
Li derdora gundê Suveren ê girêdayî Agirî derengiya şevê di navbera leşker û gerîlayên HPG’ê de pevçûn derket. -
Şoreşa Rojava hilweşîna pergala mêtinger e
Partiya Azadiya Jinên Kurdistan, diyar kir ku Şoreşa Rojava, hilweşîna mêtingeriya li Kurdistanê ye û got parastina şoreşê peywira herî sereke ye. -
Hevberdevka HDK’ê Tûncel qeza kir
Di qezaya li Meletî pêk hat, Hevberdevka HDK’ê Sebahat Tûncel birîndar bû. Tûncel a di milê wê yê rastê de şkestin çêbûn ji nexweşxaneyê tabûrcî bû. -
Nasnameya gerîlayekî 1993’yan jiyana xwe ji dest daye hat aşkerakirin
Komîteya Rêveber a PKK’ê û Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê, diyar kir ku Zekî Akkûrt bi nasnav Rûbar ê li gundê Çelîk ê Kerborana Mêrdînê ji dayik bûye û sala 1989’an tevlî bûye Kanûna 1993’yan jiyana xwe ji dest daye. -
‘Bavê min mirinek wiha heq nake’
Êzidiyên mexdurên şer ên li kampa Yenîşehîr a girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dimînin, bi hinceta li kampên AFAD’ê nemane, deriyê nexweşxaneyên dewletê li wan hatin girtin û rojên zehmet dijîn. -
Ji bo Aglar li Agdatê merasîm
Ji bo keça Seyîd Riza, Leyla Aglar merasîma duyemîn jî li mala bavê wê Agdatê pêk hat. -
YPG’ê Vîlatê Sor azad kir
Hêzên YPG / YPJ’ê Vîlatê Sor ê li başûrê Hesekê azad kir. -
Gel, hewl dide şewata leşkeran derxist vemirîne
Şewata du roj berê li Çiyayê Cûdî ji ber topbarana Tabura Sînor a Çalişkan a li Şirnexê destpê kir, welatî û Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz hewl didin ku şewate vemirînin. -
Dayikan li pişt têlên sînor cejna zarokên xwe pîroz kirin
Dayikên zarokên wan li Rojava şervanên YPG/YPJ’ê ne, ji ber ku Deriyê Sînor ê Murşîtpinar heta roja Yekşemê girtiye, nikarîbûn derbasî Kobanê bibin. Lê li pişt têlên sînor jî cejna zarokên xwe pîroz kirin. -
Bundestag rayeya ji bo muzakereya bi Yewnanîstanê re da Merkel
Rayeya hikûmetê ya ji bo Yewnanistanê dewamkirina muzakereyan û peydakirina fînansmana demkî di Meclîsa Federal de derbas bû. Li gel Partiya Çep (Die Linke) û partiya Serokwezîr Angela Merkel jî bi qasî 60 parlamenteran dengê ‘na’ bikar anîn. -
33 şervanan dewreya perwerdeyê qedandin û tevlî YPG’ê bûn
Dewreya Perwerdeyê ya Şehîd Rûken a beriya 2 mehan bi beşdariya 33 şervanan hatibû destpêkirin, bi merasîmekê bi dawî bû. -
Yek jê zarok 4 kes li Amedê hatin berdan
4 kesên ku duh di serdegirtina malan de ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin piştî îfadeyên li Midûriyeta Polîsan a Amedê sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin. Piştî îfadeyan 4 kes serbest hatin berdan. -
Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li Beîlê hatin bîranîn
Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li bajarê Swîsre Beîlê bi çalakiyekê hatin bîranîn. Di axaftinên li vê derê de bal hat kişandin ser girîngiya berxwedana 14'ê Tîrmehê ji bo tevgera azadiyê ya Kurd. -
HPG: Artêşa Tirk bi şewitandina daristanan re xwezayê qetil dike
HPG'ê ragihand, ku tevgera artêşa Tirk dewam dike û di serî de li Botanê li gelek herêman bi şewitandina daristanan re xwezaya Kurdistanê qetil dike. -
Li Hesekê ji du milan ve operasyon
Li Hesekê hêzên YPG’ê pêşve diçin û derbên giran li çeteyan dan, li Kobanê jî êrîşên hemwext ên çeteyan hatin şikandin. -
Dîmenên ji eniya Hesekê
Li Hesekê û derdora wê hêzên YPG û YPJ’ê li hember çeteyan ku di nav operasyonan de ne, şer û pevçûnên dijwar rû didin. -
Kurdên li Ewropayê Fitre û Zekatên xwe ji bo Kobanê şandin
Ji ber zor û zehmetiyên ku di encama êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê de rû dane, Kurdistaniyên li Ewropayê îsal jî, Fitre û Zekatên xwe ji bo welatiyên Kobanê veqetandin. -
'Divê destûra bingehîn li gorî hîmên demokratîk bê amadekirin'
Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir got, "Divê destûra bingehîn li gorî hîmên demokratîk bê amadekirin û her kes xwe di nav de bibîne." -
Keça Seyîd Riza Leyla Aglar ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Keça Seyîd Riza Leyla Aglar li mala cem a li Dêrsimê ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin. Cenazeyê Aglar ji bo were veşartin ber bi Agdatê ve hat şandin. -
Gundê Felah ji çeteyan hat paqijkirin
Li rojhilatê Hesekê di encama şerekî dijwar de gundê Felah ji çeteyan hat paqijkirin. -
YPG/YPJ herêmên krîtîk dixe bin kontrola xwe
Hêzên YPG/YPJ’ê, cihên ku çeteyên DAIŞ wek rêyên biryargeh û teqwiye bikar tînin, dixe bin kontrola xwe. Şervanan santrala elektrîkê ya herî mezin a herêmê bi dest xistin.