Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li Beîlê hatin bîranîn
Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li bajarê Swîsre Beîlê bi çalakiyekê hatin bîranîn. Di axaftinên li vê derê de bal hat kişandin ser girîngiya berxwedana 14'ê Tîrmehê ji bo tevgera azadiyê ya Kurd.

Ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz ên di berxwedana rojiya mirinê ya mezin a 14'ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Swîsre Bîelê hatin bîranîn.
Bîranîn bi beşdariya Kurdistanî û dostên wan li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat.
Di axaftinên piştî deqeyeke rêzgirtinê hatin kirin de bal hat kişandin ser girîngiya Berxwedana 14'ê Tîrmehê ji bo tevgera azadiyê ya Kurd.
Hat ragihandin ku Berxwedana 14'ê Tîrmehê hêzeke mezin daye PKK'ê û hat destnîşankirin ku ruhê Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz îro li Rojava û çiyayên Kurdistanê bi berxwedanê dewam dike.
Merasîm bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin" bi dawî bû.