Hevberdevka HDK’ê Tûncel qeza kir

Di qezaya li Meletî pêk hat, Hevberdevka HDK’ê Sebahat Tûncel birîndar bû. Tûncel a di milê wê yê rastê de şkestin çêbûn ji nexweşxaneyê tabûrcî bû.

Hevberdevka HDK’ê Sebahat Tûncel, kurapê wê û bavê wê yên ji Mîhrîcana Kurecîk dihatin qeza kirin. Otomobîla ku kurapê wê Baran Tûncel bikar dianî, li ser rêya Meletî-Sêwas li derdora Qişlaya Altay li otomobîla Selçuk Erbaş bi kar dianî qelibî.

Tûncel û bavê wê Fahrettîn, ajokarên otomobîlan, Songul Erbaş û Suleyman Erbaş rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Meletî.

Tûncel a di milê wê yê rastê de şkestin çêbûn piştî tedawiyê, bi bavê xwe re tabûrcî bû. Baran Tûncel ê wesayît bi kar dianî hê li nexweşxaneyê tê ragirtin. Hat diyarkirin ku rewşa wî baş e.