'Divê destûra bingehîn li gorî hîmên demokratîk bê amadekirin'
Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir got, "Divê destûra bingehîn li gorî hîmên demokratîk bê amadekirin û her kes xwe di nav de bibîne."
Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir got, "Divê destûra bingehîn li gorî hîmên demokratîk bê amadekirin û her kes xwe di nav de bibîne."
Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir got, "Divê destûra bingehîn li gorî hîmên demokratîk bê amadekirin û her kes xwe di nav de bibîne" û destnîşan kir ku nîqaşên li Başûrê Kurdistanê li ser serokatiyê tê meşandin rojeveke sûnî ye û armanca bingehîn a di vir de bi destxistina parek ji desthilatdariyê ye.
Li Başûrê Kurdistanê pêvajoyek amadekirina destûra bingehîn heye. Di vî warî de nîqaş tên meşandin. Hûn pêvajoya amadekariyê çawa dinirxînin?
Weke Tevgera Azadî me beriya niha projeya xwe ya li ser destûra bingehîn pêşkêşî komîsyona amadekar kir. Gelekî bi erênî hatibû pêşwazîkirin. Lê belê destûra bingehîn tiştekî ku her kesî eleqedar dike. Girîng e di vir de metneke hemû alî li ser li hev dikin, bê amadekirin. Lê belê di rewşa heyî de nêzîkatiya partiyan, mixabin ji bo amadekirina destûreke bingehîn a xizmetê ji desthilatdariya wan dike, ye.
Çawa?
Mînak; PDK'ê niha bi dest bi hevdîtina bi partiyên din re kiriye. YNK'ê jî bi heman rengî dest bi hevdîtinan kiriye. Lê belê her kes dibêje bila lihevkirin çêbibe. Başe, hîmên vê lihevkirinê wê çi be? Eger mîna berê wê bibe peymaneke lihevkirina li jorê ya partiyan, hingî ev eyk wê xizmetê ji çareseriya pirsgirêkên civakî û siyasî re neke. Navê vê wê nebe lihevkirin. Ev yek wê were wateya; lihevkirina 5 partiyan li ser bingeha berjewendiyên xwe. Wê xizmetê ji civakê û demokratîkbûyîna siyasetê re neke. Bi qasî ku em dibînin ti kes ji bo destûreke bingehîn a demokratîk û azadîparêz, ji bo civak û siyaseteke azadîparêz û demokratîk nakevin nava hewldanan û ev yek xetere ye. Kes naxwaze desthilatdariya xwe winda bike û pirsgirêka bingehîn jî ev e. Halbûkî mijar pêşeroja gel û civakê ye. Ev destûra bingehîn wê ji bo civakê were birêvebirin. Başe, wê çawa pêk were? Pirsgirêk jî ji vir destpê dike.
Hûn şêweyê xebatê û avakirina komîsyona ji bo destûra bingehîn çawa dinirxînin? Ji bo destûra bingehîn têrê dike?
Ji destpêkê ve pêkhatina komîsyona amadekar bi tenê ji partiyên li parlamentê şaşitî bû. Vê yekê civak jî, hindikahiyên li parlamentê jî aciz kir. Eger xwediyên desthilatdariyê rabin destûra bingehîn binivîsînin, wê ev yek çiqasî demokratîk be? Niha rewş ev e. Mînak, pispor li vê komîsyonê nehatin bicihkirin. Ne pêkanek destûreke bingehîn a bi vî rengî were amadekirin, demokratîk be.
Bi qasî ku ji çapemeniyê tê fêmkirin, di navbera partiyên li parlamentê de jî lihevkirin nîne. Li gorî we sedema van nakokiyan çiye?
Bi dîtina min, xala bingehîn a nakokiyan şerê parvekirina desthilatdariyê ye. Ji ber ku her yek ji wan hewl dide pareke mezin a pasta desthilatdariyê bi dest bixe. Hin jê dixwaze aboriyê, hin jê ewlekariyê dixwazin bixin bin kontrola xwe. Lewma li hev nakin. Naxwe ne pevçûnek ji bo pêşeroja civakê ye.
Di mijara serokatiyê de nakokî ji ber çi ye?
Mesût Barzanî bi awayê demeke dirêjkirî ev wezîfe dewam kir. Lê belê PDK dixwaze demeke din jî vê wezîfeyê bimeşîne, vê yekê ferz dike. Halbûkî li gorî qanûnan divê dest jê berde. Em weke Tevgera Azadî pirsgirêkê bi şexsan re nanirxînin. Serok kî dibe bila bibe, şêweyê hilbijartinê çawa dibe bila bibe, neçare li gorî pîvanên di qanûnan de hatine destnîşankirin, tevbigere. Eger wê civak û siyaseteke demokratîk were afirandin, bi vî rengî pêkane. Naxwe ti wate namîne ku hûn destûra bingehîn çêbikin. Bi vî rengî be hingî wê sîstema dîtatoriyê bê avakirin.
Nîqaş tên kirin ku destûra bingehîn li gorî hîmên şerîatê be, yan jî li gorî hîmên laîktiyê were amadekirin. Li gorî we divê hîmên destûra bingehîn çi bin?
Divê li gorî hîmên demokratîk were amadekirin. Di her kes karibe xwe bi awayekî azad îfade bike, çanda xwe, bawerî, ziman û cihêrengiya xwe neke astengî li pêşiya azadiya mirovên din û bi vî rengî bijîn. Girîng e hîmên bi vî rengî esas bê girtin. Pêwîste destûreke bingehîn a demokratîk bi vî rengî be.
Eger li gorî hîmên şerîatê be, wê çi xeteriyan bi we re bîne?
Dema hûn li gorî hîmên şerîatê çêbikin, hingî wê mirovên li derveyî baweriya Îslamê çi bikin? Ji berk u baweriyên cuda hene. Dema hûn esasên Îslamî destnîşan bikin, hingî hûn yekser ên din înkar nakin û tine nahesibînin? Yan jî berevajî vê, eger hûn baweriyeke din esas bigirin, hingî wê mafên Misilmanan ji dest neyên girtin?
Weke tevgera me di projeya xwe ya radestî komîsyonê kir de, pêşniyar kir ku pîvanên demokratîk ên hurmetê nîşanî hemû baweriyan dide, esas bê girtin. Ji xwe nîqaşeke bi vî rengî sûnî ye. Em dibînin ku sîstemên li gorî ol an jî mezhebekê, jiyaneke azad û aştiyane nade cihêrengiyan û civatan, berevajî rê li ber şer vedike. Ev rêbaz bi sedan salane tê ceribandin û encam naguhere. Ji niha û pê ve jî wê ji pirsgirêkan re nebe çareserî. Wê ji pirsgirêkên nû re bibe çavkanî.
Beriya niha bi du hefteyan piştî hevpeyvîna Mesrûr Barzanî ya bi kovara Al Monîtor re, Nêçirvan Barzanî jî daxuyaniyek da û herduyan gotin ku PKK li Başûrê Kurdistanê mêvan e, hêzeke biyanî ye û xwestin PKK ji Başûr derkeve. Di vê der barê de hûnê çi bêjin, hûn van daxuyaniyan çawa dinirxînin?
Netewe dewletan bi sedan salan Kurd û Kurdistan parçe kirin, ji hev cihê kirin. Kurdan di vê demê de ancax şensê qebûlkirina nasnameya xwe û asta bidestxistina statuyên xwe wergirtin. Pirsgirêka Kurd niha ketiye rojeva cîhanê. Kurd di vê demê de ji bo yekîtiyê têdikoş in, lê di hundir de hin derdor timî hewl didin van hewldanan pûç bikin, bên encam bihêlin. Serkêşiya van derdoran jî PDK dike. PDK bi xwe nikare xwe ji bin bandora hêzên herêmî û global ên Kurdistan parçe kirine, rizgar bike. Xwe bi van hêzan ve girê daye. Di encamê de jî daxuyaniyên bi vî rengî dike. Em nêzîkatiyên bi vî rengî yekser red dikin. Nêzîkatiyên bi vî rengî zerarê didin pêşeroja Kurdan. Mînak Mesrûr Barzanî, Qendîlê jî weke xaka Iraqê dibîne. Halbûkî ev der herêma Kurdistanê ye. Ev pênasekirin bi xwe nîşan dide bê Kurdistanê çawa dibînin.
Di nava civakê û qada siyasetê de nerazîbûneke bi çi rengî li hemberî van daxuyaniyan derket holê?
Bê guman hin derdoran nerazîbûn nîşan dan. Lê belê bi dîtian min nerazîbûna derdorên siyasî gelekî qels û fediyok bû. Diviyabû helwesteke zelaltir nîşan bida. Kesayetên siyasî nerazîbûn nîşan dan, lê belê di asta partiyan de nerazîbûnek nehat nîşandan. Ev yek jî ne yekser be jî tê wateya destekkirina vê daxuyaniyê.
Di nava gel de rê li ber nerazîbûneke mezin vekir. Ti kes vê polîtîkayê êdî qebûl nake. Ji ber ku PKK'ê ne tenê li qadên şer, di dilê civakê de jî bûye xwedî cihekî. Gel qebûl kiriye, hembêz kiriye. Lewma nêzîkatiyên bi vî rengî yên li hemberî PKK'ê qebûl nake. Ji xwe ji Başûrê Kurdistanê bi hezaran ciwan tevlî refên PKK'ê bûne, di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane. Lewma ne pêkane ku civaka Başûrê Kurdistanê siyaseteke bi vî rengî ya li ser bingeha dijberiyê qebûl bike.
Wekî din PKK li her devera Başûrê Kurdistanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê berxwedaneke bi heybetî nîşan dide û şehîdan dide. Dîtina rêxistineke bi vî rengî weke mêvan, ne daxuyaniyeke bi aqilane ye. Û ev yek li berjewendiyên gelê Kurd nayê, bi kêrî siyaseta hezên Kurdistan parçe kirine, tê. Hêvîdarim wê di dema herî nêz de vê siyaseta şaş biterikînin û ji bo yekîtiya neteweyî hemû hêz li hev bicivin.