PDK li sînorê Şengal-Rojava xendekan dikole

Derket holê ku pêşmergeyên girêdayî PDK’ê li xeta sînor a Rojava û Başûrê Kurdistanê dest bi kolandina xendakan kiriye.

Li gorî agahiyên Ajansa Nûçeyan Rojnewsê ji rayedarên ku di nava hêza pêşmergeyan yên nexwestine navê xwe bidin, girtine PDK’ê 5 roj berê ji nahiyeya Sînune ya Şengalê dest bi kolandina xendekan kiriye û heta gundê Barê li xeta 37 kîlometreyî xendek kolane.

Pêşmergeyê ji Rojnewsê re axivî got: “PDK’ê 5 roj berê li ser xeta Rojava û Başûrê Kurdistanê xendekek kûrahiya wê 2 metre û firehiya wê 3 metre kolaye. Ev xendek wê 37 km bê kolandin.”

Di nûçeyê de hat gotin ku ji kolandina xendekê berpirsê polîtburoya PDK’ê Zaem Elî berpirse.

Xeta sînor a xendek lê tê kolan, di bin kontrola şervanên YPG-YPJ’ê de ye. Li herêmê jî ti xebateke DAIŞ’ê tine.