Li Vîlayetî Sor û Felhaya şopên pevçûnên giran...

Şervanên YPG û YPJ’ê duh Vîlayetî Sor û gundê Felha ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kir û piştî vê pevçûnan destpê kir.

Gundê Vilayetî Sor û Felhaya yên ji derveyî Ava Xabûrê diman û ji ber vê jî şervanan li ailyê rojhilat yê bajarê Hesekê Ava Xabûrê derbas kir.

Her wiha Vîlayetî Sor jî bi Taxa Wîran a pevçûnên di navbera çete û leşkerên rejîmê de lê didomin, cîran e.

LI DIJÎ OPERASYONA ÇETEYAN MUDAXALE

Duh di saetên êvarê de piştî azadbûna Vilayetî Sor,  koma ji aliyê Taxa Wîran dihat amadekariya operasyonê kirin û bi mudaxaleya tund a YPG’ê re hatin rû hev. Operasyon vala hat derxistin.

Li Vîlateyî Sor hinek cenazeyên ku dişibiyan leşkerên rejîmê hatin dîtin.

...