Bundestag rayeya ji bo muzakereya bi Yewnanîstanê re da Merkel

Rayeya hikûmetê ya ji bo Yewnanistanê dewamkirina muzakereyan û peydakirina fînansmana demkî di Meclîsa Federal de derbas bû. Li gel Partiya Çep (Die Linke) û partiya Serokwezîr Angela Merkel jî bi qasî 60 parlamenteran dengê ‘na’ bikar anîn.

Di dengdana li Meclîsa Federal (Bundestag) de ji 631 parlamenteran 598 parlamenter amade bûn, 40 parlamenter jî bê biryar man. Di dengdanê de 439 dengên ‘erê’ û 119 jî dengên ‘na’ derket.

Di dengdana ku destûra ‘pakêta alîkariyê’ ya sêyem ji bo Yewnanistanê ya der barê muzakereyan wê bide hikûmetê, bikaranîna dengên ‘na’ yê 60 parlamenterên partiyên yekîtiya Xiristiyan CDU û CSU a li desthildatdariyê jî bal kişand.

Partiya Sosyal Demokrat (SPD) a hevkarê desthilatdariyê û Keskan di muxalefetê de jî dengên ‘erê’ bikar anîn. Die Linke yê jî ji ber ku li hember şertên li ser Yewnanistanê tê ferzkirin e, di dengdanê de dengê ‘na’ bikar anî.