Ji bo Aglar li Agdatê merasîm

Ji bo keça Seyîd Riza, Leyla Aglar merasîma duyemîn jî li mala bavê wê Agdatê pêk hat.

Ji bo keça Seyîd Riza, Leyla Aglar merasîma duyemîn jî li mala bavê wê Agdatê pêk hat.

Hevseroka Dêrsimê Nûrhayat Altûn, endama koma aştiyê Aysel a Dogan a dema girtiya nexweş bû hat berdan, neviyên Seyîd Riza Zelîha û Selvî Polat di serî de jinan cenazeyê Aglar anîn mala ku Seyîd Riza lê jiyaye. Besîme Aglar a li wir axivî got: “Dayika min gihişt xaka bi hesreta wê bû. Timî bang li ziyareta Sûltan Baba dikir."

Jinan cenazeyê Leyla Aglar li goristana ferdên malbata Seyîd Riza lê hatine veşartin, li rex Bawa Polat û Weliye Xide Murd ên sala 1938’an ji aliyê Qeymeqamê Xozatê ve hatin qetilkirin hat defnkirin.

Leyla Agar a berî niha bi çend mehan ji ANF’ê re axivî gotibû: “Ez dixwazim li ser gora bavê xwe bigirîm, bilorînim.” Neviyê Seyîd Riza Rustem Polat ê ev gotinên Leyla Aglar bibîr xist got: “Em soz didin te, em ê gora bavê me, kalê me bibînin. Em ê şopdarê têkoşîna te bin."

Li gel vê malbatên Aglar û Polat jî taziyeyan qebûl dikin.