YPG: Çeteyan li Hesekê û Til Berak çekên kîmyewî bi kar anîn
Fermandariya Giştî ya YPG’ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê di dawiya meha Hezîranê de çekên kimyewî li dijî hêzên wan û sivîlan li herêmên Hesekê û Til Berak bi kar anîne.
Fermandariya Giştî ya YPG’ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê di dawiya meha Hezîranê de çekên kimyewî li dijî hêzên wan û sivîlan li herêmên Hesekê û Til Berak bi kar anîne.
Fermandariya Giştî ya YPG’ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê di dawiya meha Hezîranê de çekên kimyewî li dijî hêzên wan û sivîlan li herêmên Hesekê û Til Berak bi kar anîne. Her wiha YPG’ê destnîşan kir ku hêzên wan bi komeke pisporên girêdayî Organîzasyona Lêkolînên Pevçûnên Çekdarî SAHAN (CAR) re xebatên têkildarî çekên kîmyewî berdewam dikin.
Fermandariya Giştî ya YPG’ê der barê çekên kimyewî yên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine bikaranîn daxuyaniyek da. Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPG’ê wiha ye:
“Çeteyên DAIŞ’ê di dawiya meha Heziranê ya 2015’an de çekên kimyewî li dijî çeperên YPG’ê û herêma sivîlan bi kar anîne. Ji bo ev mijar were zelalkirin, komek hat ava kirin ji bo şopandin û lêkolînkirina bûyerê û bermahiyên çekên kimyewî, şahidên bûyerê yên ku rastî van çekan hatin karîbûn ku vê rastiyê bi dimen û wêne, axavtinên wan weke belge îspat bike.
Îspat di destê me de li ser vê êrîşa hovane ya çeteyan heye. Lê ji ber derfetên me kêm in, me ne nekaribû madeya kimyewî ku ji aliyê çeteyan ve hatiye bi kar anîn nas bikin. Li ser vê bûyerê hîna lêkolînên me berdewam dikin, ji bo cureyên van çekên kimyewî were zelalkirin.
Di 28’ê Hezîranê de çeteyên DAIŞ’ê hinek topên kimyewî avêtin Taxa Salihiyê ya li bajarê Hesekê, êrîş li dijî cihek ku hemû sivîl in hate pêkanîn. Her wiha çekên kimyewî avêtin çeperên YPG’ê yên başûrê bajarokê Til Berak.
Di encama topbaranê de gazek zer bi bêhnek xurt mina pîvazên rizî ji topan derketin. Wextê ku top ket, cihê top lê ketine di cih de rengê zeytunî girt. Piştî ku tirêjên rojê li vê gazê ket rengê wê bû zerê zêr.
Şervanên me yên ku rastî vê kimyayê hatin qirik, çav, pozê wan şewitîn, serê wan gêj dibû, masûlkeyên laş bi giştî diêşiyan. Tevgera laş sist bû, lêhurbûna şervanan kêm bû. Her wiha yên ku demek dirêj cihê bûyerê man vedirişiyan. Me hemû şervanên ku rastî êrîşê hatin rakirin nexweşxanê. Heman qirik, çav, ser gêjbûn û hwd ya şervanan berdewam dike. Bijîşkên Nexweşxaneya Şehîd Xebat ya leşkerî jî gotin: ‘Ev madeya kimyewî ya hatiye bikaranîn, jehr e.’”
Hefteyên derbas bûyî hêzên me maskeyên gazê li ser çeteyan rakirin, ev ji îspat dike çeteyan xwe amade kirine li tevayî çeperan ji bo êrîşên kimyewî.
Hêzên me xebatên xwe yên li ser çekên kîmyewî yên DAIŞ’ê bi kar anî, bi komeke pisporên girêdayî Organîzasyona Lêkolînên Pevçûnên Çekdarî SAHAN (CAR) re berdewam dikin.