KURDISTAN
Xelkê Xaçortê ku li dijî zêdebûna firotina tiryakê li taxên xwe di destê wan de dar û nobetê digirin, diyar kir ku ew ji bo parastina siberojê li wir in û got, ew ê têkoşînê bidomînin.
Dûran Kalkan diyar kir ku neguhertina mercên li Îmraliyê baweriya bi pêvajoyê lawaz kiriye û got, guhertina qanûnî eger mercên kar û jiyana azad û siyaseta demokratîk a Rêber Apo li xwe negire, wê neyê qebûlkirin.
Rêveberiya Tevgerê: Li gorî xwezaya pirsgirêkê ya ku tê xwestin bê çareserkirin, divê qanûnek bê derxistin ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk bike ku azadiya fikrî û rêxistinbûnê lê tam e.
KCK'ê di salvegera Şoreşa Rojava de daxuyanî da û got, "Gelê Rojavayê Kurdistanê destketiyên xwe hemû li ser xeta Rêber Apo bi dest xistiye. Wê ji niha û pê ve jî destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe."
Meclîsa Gel a Şengalê bang li hikûmeta Bexdayê kir ku li şûna nêzîkatiyên leşkerî û ewlehiyê, îradeya siyasî ya Şengalê nas bike û rêya diyalogê hilbijêre.
Hemû Nûçe
-
'Darbekarên 12'ê Îlonê çi be, DAIŞ jî ew e'
Fermandara YJA Starê ya eyaleta Kerkûk û Mexmûrê Çîgdem Dogû, berxwedêrên rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê bibîr anî û got: "Berxwedana li zîndana Amedê pêk hat û ruhê 14’ê Tîrmehê qonaxa girîng a têkoşîna me ye."
-
-
-
-
-
-
Li Golanê tevgera leşkerî
Hate hînbûn ku gelek leşker sewqî çoltara navçeya Golan a Erdexanê hatin kirin û li wir lêgerînê dikin.
-
Morkoç ê ji aliyê leşkeran hat qetil kirin spartin axê
Cenazeyê Kamber Morkoç (70) ê ku dema ji Golan ji geştê vedigeriyan ji aliyê leşkeran ve wesayîta wan hat gulebarankirin û hat qetilkirin bi dirûşmên, "Şehîd namirin" û "Dewleta qatil wê hesab bide" li gund hat definkirin.
-
Li Dêrsimê bendav û kalekol hatin protestokirin
Li Dêrsimê aktivîstên xwezayê bi armanca protestokirina projeyên bendav û HES’an, li derdora Gola Bûyer Baba ya li bilindahiya 2 hezar a çiyayê Mûnzûrê, destê hev girtin û çember çêkirin.
-
-
-
-
PAJK: Berxwedana 14'ê Tîrmehê civakîbûna vîna azad e
Koordînasyona PAJK'ê got, "Bang û qîrîna berxwedana 14'ê Tîrmehê ji nava dîwarên zîndanê derketiye û di nava civakê de veguheriye vîna azad. Nasnameya civakî ya hişmendî û ruhê Apoyî ye. Teqîna di mejî û ruhê mêtîngeriyê de ye."
-
-
-
-
-
-
-
-
-
Şerîk: 14'ê Tîrmehê têkbirina mêtîngeran e
Şerîk destnîşan kir ku eger îro Şoreşa Rojava pêk hatibe û gelê Rojava azadiyê hîs dike, ev yek bicihhatina gotina 'bi qasî ku di oxira wê de bimire em ji jiyanê hez dikin' a Kemal Pîr e.
-
-
Karayilan: Ruhê 14'ê Tîrmehê ruhê serketinê ye
Şoreşgerên di Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dan, li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmekê hatin bîranîn. Fermandarê Biryargeha NPG Karayilan got, "Ruhê 14'ê Tîrmehê ruhê serketinê ye."
-
Ew emanetî Kurdistanê ne
Rêveberê Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê Îbrahîm Muslim diyar kir, ku ji bo 600 zarokên di komkujiya 25'ê Hezîranê de sêwî man, ew li benda alîkariyê ne. Muslim got, "Ji van zarokan em hemû berpirsyar in. Divê gelê me xwedî li wan derkeve."