Şerîk: 14'ê Tîrmehê têkbirina mêtîngeran e
Şerîk destnîşan kir ku eger îro Şoreşa Rojava pêk hatibe û gelê Rojava azadiyê hîs dike, ev yek bicihhatina gotina 'bi qasî ku di oxira wê de bimire em ji jiyanê hez dikin' a Kemal Pîr e.
Şerîk destnîşan kir ku eger îro Şoreşa Rojava pêk hatibe û gelê Rojava azadiyê hîs dike, ev yek bicihhatina gotina 'bi qasî ku di oxira wê de bimire em ji jiyanê hez dikin' a Kemal Pîr e.
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk destnîşan kir ku eger îro Şoreşa Rojava pêk hatibe û gelê Rojava azadiyê hîs dike, ev yek bicihhatina gotina 'bi qasî ku di oxira wê de bimire em ji jiyanê hez dikin' a Kemal Pîr e.
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk, berxwedana 14'ê Tîrmehê nirxand û got, "Em dikevin salvegera berxwedana rojiya mirinê ya mezin a 14'ê Tîrmehê. Dikeve sala 34'an. Di şexê rêberên şoreşger ên mezin Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ên di berxwedana rojiya mirinê ya mezin de jiyana xwe kirin diyarî de, careke din hemû şehîdên têkoşîna şoreşê bi rêzdarî bibîr tînim. Li gel bîranîna bi rêzdarî ya şehîdên berxwedana 14'ê Tîrmehê re bê guman divê em hilgirtina berpirsyariya vê yekê re nêzîk bibin."
Şerîk anî ziman ku gava wan canê xwe feda kirin dizanîbûn destê xwe ji çi vekişandine û got, "Dizanîbûn ku çi red dikin. Lê di heman demê de dizanîbûn ku weke encamên vê yekê wê destketiyên bi çi rengî biafirînin. Haya wan jê hebû ku ev destketî bi qasî di oxira wê de canê xwe bidin, bi qîmet in. Ji ber vê yekê gotina Kemal Pîr a 'bi qasî ku di oxira wê de bimire em ji jiyanê hez dikin' gotineke xwedî wateyeke mezin e. Girîng e li ser bingeha vê rastiyê şehîdên 14'ê Tîrmehê werin bîranîn."
'DI ŞEXSÊ GIRTIYAN DE XWESTIN GELEKÎ BI TEMAMÎ DÎL BIGIRIN'
Şerîk bibîr xist ku 14'ê Tîrmehê di demeke darbeya faşîst a 12'ê Îlonê pêk hat û ji her alî ve xwe da rûniştandin de, pêk hatiye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Hewl didan hemû astengiyên li pêşiya xwe rakin. Yek ji van jî girtiyên li zîndanan bûn. Faşîzma 12'ê Îlonê dema bi şîdetê bi ser girtiyên li zîndanan ve diçû, di şexsê girtiyan de dixwest gelekî teslîm bigire. Bi teslîmgirtina girtiyan re dixwestin vê polîtîkayê li Kurdistan û Tirkiyeyê li qadeke gelekî berfirehtir bimeşîne. Lê belê berxwedana 14'ê Tîrmehê nehişt cûntaya leşkerî ya 12'ê Îlonê xwe bigihîne vê armanca xwe. Weke encama vê jî, PKK'ê wateyeke rast da vê banga lê hat kirin. Bi kongreya xwe ya duyemîn re biryara vegera li welêt da."
'15'Ê TEBAXÊ TEMSÎLIYETA 14'Ê TÎRMEHÊ YA LI ÇIYÊ BÛ'
Şerîk bibîr xist ku bi biryara vegera li welêt re amadekariyên pêwîst hatine destpêkirin û anî ziman ku ev amadekarî jî bi qasî du salan dewam kiriye. Şerîk destnîşan kir ku ev amadekarî di 15'ê Tebaxa sala 1984'an de weke çalakiya mezin a 15'ê Tebaxê cihê xwe di nava rûpelên dîrokê de girtiye.
Şerîk got, "Lewma 15'ê Tebaxê temsîliyeta 14'ê Tîrmehê ya li çiyê bû. Li banga ji zîndana hat kirin, bersiva herî watedar bû. Encamên 15'ê Tebaxê derxist holê, ne rast e ku bi tenê ji vî alî ve were nirxandin. Ji ber ku berxwedêrên rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmehê ku bûn sedema pêkhatina çalakiyeke dîrokî ya mîna 15'ê Tebaxê, dizanîbûn ku bandora vê çalakiyê wê bi tenê ji aliyê gerîla, gel û hejandina sîstema serdest ve nebe. Dizanîbûn ku ji van gelekî wêdetir wê encaman bi xwe re bîne." Şerîk destnÎşan kir ku 15'ê Tebaxê ya bersiva 14'ê Tîrmehê, ne tenê Kurdistan, Tirkiye û hêzên serdest hejand, di heman demê de bandor li Rojhilata Navîn kir.
Şerîk da zanîn ku hêzên navneteweyî neçar mane vê bandorê hesap bikin û got, "Rastiya Kurdan a ku heta wê çaxê nedihat dîtin, dihat înkarkirin û li nava çar dewletên mêtînger ên herêmê teslîm hatibû girtin, êdî veguherî rastiyeke tê dîtin û tê qebûlkirin."
'GOTINA KEMAL PÎR LI ROJAVA PÊK HAT'
Şerîk bibîr xist ku di rojên pêş de wê salvegera Şoreşa Rojava were pêşwazîkirin û ev nirxandin kir: "Em nikarin Şoreşa Rojava 19'ê Tîrmehê ji berxwedana 14'ê Tîrmehê cuda binirxînin. Kemal Pîr berî dest bi vê çalakiyê bike gotibû çi? Gotibû; 'bi qasî ku di oxira wê de bimire em ji jiyanê hez dikin'. Ev hezkirina ji jiyanê, ne dilsoziyeke ji rêzê ya ruhberekî li alema biyolojîk a li jiyanê ye. Hezkirina ji jiyanê ya li vir, wateya ji jiyanê re tê dayîn e. Heqîqeta wê ye. Ev azadî ye, jiyaneke azad e. Jiyaneke cihê serdestî, mêtîngerî û zextê lê nîne, ye. Jiyaneke mirov, civak lê azad e. Eger îro Şoreşa Rojava pêk hatibe û gelê Rojava azadiyê hîs dike, ev yek bicihhatina gotina 'bi qasî ku di oxira wê de bimire em ji jiyanê hez dikin' a Kemal Pîr e. Eger gelek derdorên civakî yên li Tirkiyeyê ku heta roja îro li pêşberî pirsgirêka Kurd bi xemsarî tevgeriyan an jî nerazîbûna pêwîst nîşan nedan îro hebûna pirsgirêka Kurd hîs dikin, ev yek tê wê wateyê ku ew gotina Kemal Pîr ji aliyê civaka Tirkiyeyê ve hatiye pejirandin."
'BERXWEDANA 14'Ê TÎRMEHÊ ÇAVKANIYA HEMÛ DESTKETIYAN E'
Şerîk diyar kir ku divê salvegera 14'ê Tîrmehê bi tenê weke salvgera berxwedaneke li zîndanan neyê dîtin û got, "Divê em vê yekê weke çavkaniya hemû pêşketinên 33 salan bibînin. Eger em bi vî rengî bibînin, hingî em ê di vê wateyê de bersivê bidin. Bersiva li bîranîna şehîdên berxwedana rojiya mirinê ya mezin a 14'ê Tîrmehê li ser vê bingehê dikare pêk were. Ya ku divê ji niha û pê ve were kirin, meşeke nû ya li ser vê rêgehê ye û ji bo gelên Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê afirandina destketiyên nû ye. Li ser vê bingehê careke din bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna şehîdên 14'ê Tîrmehê ditewînim."