Hêzên Sanadît: YPG li ku be em li wir in

Hêzên Sanadît ên ser bi Eşîra Şamir, ku li cem hêzên YPG/YPJ'ê şer dikin dibêjin, "YPG li ku be, em ê jî li cem wan bin."

Hêzên Sanadît ên ser bi Eşîra Şamir, ku li cem hêzên YPG/YPJ'ê şer dikin dibêjin, "YPG li ku be, em ê jî li cem wan bin."

Di 19'ê Tîrmehê de Şoreşa Rojava sala 3'an li dû xwe dihêle. Hêzên YPG/YPJ'ê di nava vê demê de li hemberî çeteyên DAIŞ'ê berxwedaneke mezin nîşan dan, Kobanê, Til Berak, Til Hemîs, Çiyayê Kizwanan, Silûk, Eyn Îsa û Hesekê ji çeteyan paqij kirin.

Şervanên YPG/YPJ'ê bi desteka gelên herêmê re ev yek bi ser xist û serketinên xwe dewam dike. Hêzên Sanadît ên ser bi Eşîra Şamir jî, ji destpêka pêvajoya Şoreşa Rojava û vir ve li cem hêzên YPG/YPJ'ê cih digirin.

Eşîra Şamir a ku li herêmên Til Koçer û Cezaa yên Kantona Cizîrê dijî, di heman demê de li herêmên cuda yên Iraqê jî dimîne. Eşîra Şamir li Iraqê ne di bin kontrola ti hêzî de ye. Bi tenê herêmên xwe diparêze. Li Rojava jî, li her devera YPG'ê lê li dijî DAIŞ'ê têdikoş e cih digire û dibêje, "YPG bi ku ve biçe em ê li cem bin." Û destnîşan dike ku ew ê bi hev re Bexdayê jî azad bikin.

'MIROVÊN ÇIYAYÎ Û DEŞTÎ GIHÎŞTIN HEV'

Hêzên Sanadît ên di bin sîwana YPG'ê de ne dibêjin, "Em bi hev re plansazî û amadekariya operasyonê dikin. Em (Ereb) mirovên deştê ne, ew (Kurd) mirovên çiyayî ne. Encama li gorî daxwaza xwezayê; çiya û deşt gihaştin hev. Gelo ya girîng ne ev e?"

Hêzên Sanadît diyar dikin ku rengê sor a di ala wan de xwînê, rengê zer jî ronahiyê temsîl dike û navê 'meşvanên li ser mirina sor' li xwe dikin.

...