Cenazeyê şervanê YPG’ê Ataman û gerîlayê HPG’ê Ozek spartin axê

Cenazeyên şervanê YPG'ê Fermandar Ataman ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da û cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ozek ê li Şengalê jiyana xwe ji dest da ji aliyê hezaran ve bi tilîliyan li goristana Şehîd Memed a li gundê Faraşînê ya navçeya Elkê hat oxirkirin.

Cenazeyên şervanê YPG'ê Fermandar Îsmaîl Ataman (Dilşêr Botan) ê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de li Kobanê jiyana xwe ji dest da û cenazeyê gerîlayê HPG'ê Sadî Ozek (Agir Kato) ê li Şengalê jiyana xwe ji dest da ji aliyê hezaran ve bi tilîliyan li goristana Şehîd Memed a li gundê Faraşînê ya navçeya Elkê hat oxirkirin.

Cenazeyên şervanê YPG'ê Fermandar Îsmaîl Ataman (Dilşêr Botan) ê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de li Kobanê jiyana xwe ji dest da û cenazeya gerîlayê HPG'ê Sadî Ozek (Agir Kato) ê  28'ê Îlona 2014'an di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê bi hezaran kesan ve li bajaroka Segirkê ya navçeya Qilabanê hat pêşwazîkirin û bi konvoyeke ber bi gundê Faraşînê ya navçeya Elkê ve çûn. Rêveberên rêxistinên DBP'ê û HDP'ê yên Şirnex û navçeyên wê, hevşaredarên Şirnex û navçeyên wê, Saziya Malbatên Şehîdan (MEYA-DER) û bi hezaran welatî tevlî konvoyê bûn. Cenazeyên şervanên azadiyê li hemû gund û bajarokên navçeyên Qilebanê û Elkê bi tilîliyan hat pêşwazîkirin. Piştî konvoy gihişt navçeya Elkê ji vê derê birin gundê Faraşînê. Li gundê Faraşînê ji civanên bi cil û bergên netewî, cenazeyên şervanên azadiyê dan li ser milên xwe û bi meşekî girseyi ber bi goristana Şehîd Memed ve çûn. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mahsun Korkmaz (Egîd), şervanê YPG'ê Îsmaîl Ataman û gerîlayê HPG'ê Sadî Ozek hatin hilgirtin. Her wiha di meşê de alên PKK'ê,HPG'ê,KCK'ê û YPG'ê û wêneyên şervanên azadiyê ji hatin hilgirtin. Li goristana Şehîd Memed ji bo şehîdên tekoşîna azadiyê deqeyekî rêz hat girtin.

'BERHEMA VAN BERDELÊN GIRAN QADA FARAŞÎNÊ BÛYE QADA AZADIYÊ'

Piştî rêzgirtinê, hevserokê MEYA-DER'ê ya şaxa Cizîrê Mele Kasim Yîgît diyar kir ku berhema 40 salan li Rojavayê Kurdistanê bûye şoreşa mirovatiyê û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Kesayeta şehîd Fermandar Dilşêr Botan de hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li ber keda wan ditewînin. Li her gavekî vê axê Dilşêrekî xwîna xwe rijandîye ser. Her gavekî vê axê dayikekê hêstirên xwe rijandiye ser. Îro ji berhema van berdelên giran qada Faraşînê bûye qada azadiyê."

Hevserokê DBP'ê yê Şirnexê Salîh Gulenç ji anî ziman ku zozanên faraşînê û çiyayên Kato îro bi şehadeta lehengan keyfxweş bûye û wiha got: "Ew îro bûne mêvanên Faraşînê û çiyayên Kato. Em şehîdên xwe disipêrin dilê xwe û her çar parçeyên Kurdistanê."

Bavê şervanê YPG'ê Ataman, Yusuf Ataman û .avê gerîllayê HPG'ê Ozek, Lezgîn Ozek jî spasiyên xwe pêşkeşî girseyê kirin û ji gelê Kurd re sersaxiyê xwestin.

Piştî axaftinan girseyê li konê sersaxiyê yê li qada gel hat vedan fitara xwe vekir.