'Darbekarên 12'ê Îlonê çi be, DAIŞ jî ew e'

Fermandara YJA Starê ya eyaleta Kerkûk û Mexmûrê Çîgdem Dogû, berxwedêrên rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê bibîr anî û got: "Berxwedana li zîndana Amedê pêk hat û ruhê 14’ê Tîrmehê qonaxa girîng a têkoşîna me ye."

Fermandara YJA Starê ya eyaleta Kerkûk û Mexmûrê Çîgdem Dogû, berxwedêrên rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê bibîr anî û got: "Berxwedana li zîndana Amedê pêk hat û ruhê 14’ê Tîrmehê qonaxa girîng a têkoşîna me ye."

Fermandara YJA Starê ya eyaleta Kerkûk û Mexmûrê Çîgdem Dogû da zanîn ku berxwedana rojiya mirinê ya mezin li Kurdistanê rê li ber şoreşên mezin vekiriye û got: "Bi berxwedana rojiya mezin re di şexsê Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş , Akîf Yilmaz û Alî Çîçek de, Kurdan xwe jinûve afirandin. Di bin her şert û mercî de berxwedan û qezenckirin bû. Ev çalakiya, partîbûn û xwe ji nû ve afirandin e."

BI 14’Ê TÎRMEHÊ RE GIHIŞT LÛTKEYAN

Dogû da xuyakirin ku kevneşopiya berxwedana zîndanê bi Mazlûm Doganan destpê kiriye û bi berxwedana 14’ê Tîrmehê re gihiştiye lûtkeyan û wiha berdewam kirin: "Bi vê berxwedanê re gelê Kurd nasnameya xwe ji nûve da nasîn. Kevneşopiya berxwedana zîndanê ya ji Mazlûm Dogan destpê kir û bi Çaran berdewam kir, di 14’ê Tîrmehê de gihişt lûtkeyan. Bi vê kevneşopiyê re partîbûn pêk hat. Ev ne tenê qezenca Kurdan bû, ya hemû gelên Rojhilata Navîn bû."

'HER ŞEHADETÊ PÊNGAVEK NÛ AFIRAND'

Dogû wiha pê de çû: "Bandora ku berxwedanê kir, ji vejîna gelê ku hatibû tinekirin re pêşengî kir. Ev şehadet, rastiya têkoşîn û heqîqetê îfade dikin. 30-40 sal berê digotin Kurd tine ne.  Rastiya gelê ku tine dihat dîtin. Şehadetên piştî tevgera PKK’ê rû dan, hebûna gelê Kurd, têkoşîna azadiyê û ya herî girîng jî ya sosyalîzmê bû.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tespîta 'PKK partiya şehîdane' kiribû. Di têkoşîna me ya azadiyê de di her şehadetê de partiya me bi pêngavên mezin bûye bersiv."

Dogû bal kişand ser tespîtên Ocalan ên têkildarî dîroka PKK’ê û got: "Rêbertiya me li Enqereyê di avabûna koma yekem de digot 'Kurdistan mêtîngere û em  bi komek biçûk derdikevin rê. Aqûbeta me wê çibe ne diyare. Tenê daxwazên me hebûn. Niyetên me hebûn û gotinên me pê bawer dikirin hebûn. Me dixwest em Kurdistanê ava dikin. Em sosyalîzmê ava bikin. Lê gelo bi rastî jî ev kom wê bi ser biketa, ne diyar bû.' Lê şehadeta heval Hakî Karer partîbûna tevgera PKK'ê afirand. Pêngava partîbûnê darbeyek mezin li planên emperyalîzma Rojhilata Navîn xist. Di pêvajoyên 1977-1978’an de  dijmin bi eleqeyek mezin bala xwe da ser tevgera PKK'ê. Ji aliyê dewletê ve wek xetereyek mezin hat dîtin. Darbeya 12’ê Îlonê li dijî tevgera Kurd û yên çep pêk hat. Ji bo pêşîgirtinê darbe kirin lê pêşî li tevgera azadiya Kurd negirtin.

'14'Ê TÎRMEHÊ SERKETINA ÎRADEYA AZAD E'

Di 12’ê Îlonê de zîndana Amedê wek herêma pîlot hat hilbijartin. Lê di şexsê kadroyên pêşeng yên PKK’ê de berxwedanek mezin hat nîşandan û ev vala hat derxistin. Îşkenceyên mezin xistin dewrê. Em pêkanînên wê demê ji hevalên xwe yên ku wê demê di zîndanan de mane hîn bûn. Dema ew dibêjin, em nekarin tesewir jî bikin. Bê guman wan dixwestin îradeya berxwedanê bişikînin. Dixwestin her kesî tasfiye bikin. Xwarin, vexwarin, xew îşkence bû. Jiyan îşkence bû. Lê ruhê 14’ê Tîrmehê li dijî vê  serketina ruh û îradeya mirovahiyê nîşan da."

Dogû di dawiya axaftina xwe de darbeya 12’ê Îlonê ya bi pêşengiya Kenan Evren pêk hat jî şiband hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê û got "zîhniyeta darbeya 12’ê îlonê pêk aniye çi be, îro rêxistina DAIŞ’ê jî ew e."