Şaredarên Sûrê bi malbatên cangoriyan re fitara xwe vekirin

Şaredariya Sûrê bi malbatên cangoriyan ên li navçeyê re hate ba hev û bi boneya meha Remezanê ew vexwedî xwarina fitarê kir. Derdora hezar malbatên xwedî nirx tevlî vê xwarina fitarê bûn.

Şaredariya Sûrê bi boneya meha Remezanê ya pîroz derdora hezar malbatên nirxdar dawetî xwarina fitarê kir. Xwarina fitarê li koşka Gazî bi tevlîbûna Hevşaredarên Sûrê Fatma Şik Barût û Seyîd Narîn, rêveberên partiya DBP û HDP, parlamenterê HDP Îmam Taşçier, parlementerê Wanê Adem Ozcan, hevserokên MEYA-DER'ê, meclîsên taxan û gelek endamên malbatên xwedî nirx, hat dayîn.

Beriya fitarê deqeyek bêdeng li ser ruhê cangoriyên ku ji bo azadiya Kurdistanê canê xwe feda kirin hate rawestandin û çend ayet ji qurana pîroz hatin xwendin. 

Di dawiya fitarê de jî Hevşaredar Fatma Şik Barût axivî û destnîşan kir ku hatina ba van malbatên xwedî nirxên giranbuha ji bo wê rûmeteke mezin e û spasiya hemû malbatên ku beşdarî vê fitarê bû kir. Şik di axaftina xwe de diyar kir ku ew hêvîdar e ev meha pîroz a Remezanê bibe wesîleya aştiyeke bi rûmet û azadî û xweşiyê ji gelê kurd û hemû gelên herêmê re bîne. 

Şik di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew ê her dem hewl bidin ku layiqî rêya wan cangoriyên xwe bibin, wê bi hemû hêza xwe hewl bidin ku xwedî li nirxên wan ên giranbuha derkevin û layiqî wan nirxên giranbuha bin. 

...