Morkoç ê ji aliyê leşkeran hat qetil kirin spartin axê

Cenazeyê Kamber Morkoç (70) ê ku dema ji Golan ji geştê vedigeriyan ji aliyê leşkeran ve wesayîta wan hat gulebarankirin û hat qetilkirin bi dirûşmên, "Şehîd namirin" û "Dewleta qatil wê hesab bide" li gund hat definkirin.

Cenazeyê Kamber Morkoç (70) ê ku dema ji Golan ji geştê vedigeriyan ji aliyê leşkeran ve wesayîta wan hat gulebarankirin û hat qetilkirin bi dirûşmên, "Şehîd namirin" û "Dewleta qatil wê hesab bide" li gund hat definkirin. Endama KJA'yê Ayla Akat Ata diyar kir ku dewletê berê jî serî li lîstên wisa yên qirêj da û Morkoç ji ber Kurd, Elewî û bavê gerîla bû hat qetilkirin.

Cenazeyê Kamber Morkoç ê ku du roj berê bi malbata xwe re ji gundê Gundikê yê navçeya Golan a Erdexanê ji bo geştê çûn qada daristanê ya di navbera Şenkaya û Golanê de ji aliyê leşkeran ve minîbûsa wan gulebaran kirin û jiyana xwe ji dest da piştî karên otopsiyê yên li Saziya Tipa Edlî ya Trabzonê şevê din anîn Mizgefta Navendî ya Golanê. Cenazeyê Morkoç ji aliyê sedan welatiyan ve ji morga Mizgefta Navendê hat wegirtin û birin ber avahiya DBP'ê ya navçeyê û merasîma cenaze li dar xistin. Cenazeyê Morkoç bi dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Qatîl dewlet dê hesabê bide" û "Qatîl AKP" hate hilgirtin. Navçe ji aliyê polîsên ji bajarên derdorê sewqî navçeyê hatin kirin hate dorpêçkirin. Malbata Morkoç, KJA, HDP, DBP û gelek kesên din tevlî merasîma li ber avahiya DBP'ê bûn. Piştî rêzgirtinê sruda "Çerxa Şoreşê" hat xwendin.

‘JI BER ELEWÎ, KURD Û BAVÊ GERÎLA BÛ HAT QETILKIRIN'

Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Bajar Ergun Koç diyar kir ku Morkoç ji aliyê dewletê ve hat qetilkirin û Morkoç "Şehîdê Kurdistanê" ye. Endama KJA'yê Ayla Akat Ata jî diyar kir ku dewletê berê jî serş li lîstên wisa yên qirêj ên şer dan. Ata anî ziman ku Morkoç ji ber elewî, kurd û bavê gerîla bû hat qetilkirin û wiha got: "Lîstikên şer ên qirêj ên AKP'ê û zextên dewletê yên li ser gelê kurd berdewam dikin. Bi taybet ji bo pêvajoya aştiyê provoke bikin wisa dikin. Hikûmeta AKP'ê dixwaze şer dest pê bike û ji bo vê yekê jî ya ji destê wê tê dike. Rêheval Kamber bi lîstikên qirêj ên AKP'ê hat qetilkirin. Em ê hesab vê yêkê heya dawî bipirsin."

Kurtuluş Morkoç ê ku di êrîşê de bi sivik birîndar bû jî got leşkeran ew gulebaran kirin û bi saya ajokar ji înfazê xilasbûn.

BAGRIYANIK: WERIN Û RASTIYA BÛYERÊ BIBÎNIN

Piştî axaftinan cenazeyê Morkoç bi konvoyekî qelebalix ber bu gundê Gundikê ve derxistin rê. Cenazeyê Morkoç li gund piştî vecîbeyên olî birin goristana gund. Cenazeyê Morkoç bi dirûşmeya "Şehîd namirin" hat definkirin. Endama KJA'yê Ceylan Bagiryanik diyar kir ku dewlet ji bo komkujiyê veşêre ya ji destê wê tê dike. Bagriyanik anî ziman ku bûyer raste rastî ji aliyê leşkeran ve hatiye kirin û wiha got: "Apê Kamber di encama komkujiyekê de şehîd ket. Ji bo êrîşekî din a wisa neyê jiyîn em li vir in. Di çapemeniyê de hat gotin 'Êrîş ji aliyê PKK'ê ve pêk hat' Em li vir bang li saziyên mafên mirovan, rêxistinên saziyên sivîl û medyayê dikim. Werin û rastiya bûyerê bibînin. Yên ev bûyer kirin zelal in."

Piştî axaftinan li gund konê sersaxiyê hat vedan û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên Akîf Yilmaz û PKK'iyên berê jiyana xwe ji dest dan hatin daliqandin.