Tevgera hewayî dewam dike
Tevgera hewayî ya artêşa Tirk a bê navber dewam dike.
Tevgera hewayî ya artêşa Tirk a bê navber dewam dike.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku tevgera leşkerî ya artêşa Tirk her zêde dibe.
Li ser mijarê ev agahî hat dayîn:
"Di 13'ê Tîrmehê saet di navbera 15:00 - 17:00 de li herêmên Xakurkê, Çarçela, Avaşîn û Zapê balafirên şer ên artêşa T.C a dagirker geriyan. Ev tevgera hewayî li qadên me yên gerîla zêde dibe. Li gorî vê yekê;
Di 13'ê Tîrmehê saet di navbera 03:00 - 05:30 de li herêma Heftanînê, saet di navbera 09:00 - 15:30 de li herêma Garê, ji saet 20:00 ê heman rojê heta saet 03:30 ê 14'ê Tîrmehê li herêma Zapê pêgerên hewayî yên bê mirov ên keşfê, geriyane.
Di 14'ê Tîrmehê saet di navbera 02:30 - 11:00 de li gundê Mîrxan, herêmên Armet, Şehîd Xebat û Geliyê Îlbey ên navçeya Çewlik Çêrme, herêma Şehîd Hesen a navçeya Dêrsim Pilemûrê û herêma Xolxol a Çewlikê, ji 12'ê Tîrmehê û pê ve li herêma Şehîd Baran a navçeya Amed Farqînê û li Qabilcewz a Êlihê li qada Golavê, bi pêgerên hewayî yên bê mirov re keşif hatiye kirin.
Di 13'ê Tîrmehê saet di navbera 15:30 - 20:30 de artêşa Tirk bi çekên giran gule derdora qereqolên Bilican û Şikêran ên li ser xeta sînor a herêma Zapê ne reşandiye. Ji ber vê gulereşandinê li daristanê şewat derketiye. Di 14'ê Tîrmehê saet di navbera 06:30 - 08:30 de helîkopterên bi tîpên Skorsky û Kobra yên artêşa Tirk li ser xeta sînor geriyane."
PASTAREKÎ ÎRANÊ HAT KUŞTIN
Di dewama daxuyaniya HPG'ê de hat gotin, "Di 13'ê Tîrmehê de, li navçeya Kamyaran a ser bi bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê, hêzên me yên gerîla li hemberî tevgera zêde ya pastarên Îranê ya li derdora qereqola li Girê Zernê çalakiyek sûîqestê pêk anîn û di encamê de pastarek hat kuştin."