Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan nerazîbûneke tund nîşanî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û got, "Li ser Rêber Apo zexteke siyasî, teroreke faşîst tê meşandin."
Kalkan bûyerên di rojevê de ji bernameya Polîtîk Alan a Med Nûçeyê re nirxand.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan di destpêka axaftina xwe de, di şexsê lehengên berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek de, hemû cangoriyên zîndanê û têkoşîna azadiyê bi rêzdarî û mînetdarî bibîr anî û got, "Mazlûman, Ferhatan, Çaran bibîr tînim. Vê sekna lehengî, ku di sala duyemîn de faşîzma 12'ê Îlonê ji aliyê îdeolojîk ve têk bir, silav dikim. Di ser re 33 sal derbas bûn, lê belê hînê mîna îro ev berxwedan bandorê li ser civakê û siyasetê dike."
'LI ÎMRALIYÊ ZEXTA SIYASÎ, TERORA FAŞÎST HEYE'
Kalkan di dewama axaftina xwe de her kesên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têdikoş in silav kir û di xebatên wan de serketin xwest.
Kalkan bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Di vir de hiqûq nîne, hiqûq demokratîk hîç nîne. Qanûnên TC li Îmraliyê bi cih nayên anîn. Îmrali ne girtîgeh e, zîndan e. Di nava têkoşîna siaysî û leşkerî de bi lîstikên cuda hat revandin, birin Îmraliyê û ev 17 sal in dîl tê girtin. Li wir dîlgirtin heye. Di berdêla çi de? Davûgotlû bi awayekî vekirî got; 'Eger dest ji çekan nayê berdan, wê demê wê malbat ji bo çi biçe hevdîtinê'. Ev, gelekî zelal e. Mîna pêkanîna li zîndana Amedê, sîstema 'dest ji armanca û baweriya xwe berde' tê pêkanîn. Zextê li Rêber Apo dikin. Ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Kurd ji holê bê rakirin, çek bê berdan, zextê dikin. Halbûkî çek ne di destê Rêber Apo de ye. Bê guman bandoreke xwe heye, lê belê di rewşeke bi wî rengî de tiştekî karibe bike nîne. Lewma li ser wî zexteke siyasî, teroreke faşîst tê meşandin. Yanî ne tecrîdeke ji rêzê, zext, şerê psîkolojîk û teror heye. Rêber Apo bi awayekî vekirî got, 'hêzeke min a bi wî rengî nîne'. Got, 'kî rabe vê bike, wê bi xiyanetê sûcdar bikin'. Ev yek sekna gelekî ye. Gel her roj pênc deh ewladên xwe dispêre axê, şer dimeşe. Rêber Apo vî şerî dimeşîne? Nêrînên Rêber Apo veguherîn hişmendî û nêrîna azadiyê ya gelekî. Gel zane bû, xwe bi rêxistin kir û ji bo azadiya xwe, bi berdêla dayîna hebûnên xwe yên herî giranbuha, berxwedana xwe dimeşîne. Di nava rastiyeke bi vî rengî de, zexta li Îmraliyê li Rêber Apo tê kirin, ji aliyê mirovan ve nayê qebûlkirin."
'EGER RÊ NEDIN KU RÊBER APO BI AWAYEKÎ AZAD SIYASETÊ BIMEŞÎNE, WÊ GERÎLA SIYASETÊ BIKE!'
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan li hemberî vê rewşê, helwesta gerîla bi vî rengî rave kir:
"Daxuyanî jî tên dayîn, nîqaş jî tên kirin. Behsa pêvajoyê tê kirin. Pêvajo pêvajoyeke ji aliyê Rêber Apo ve hatiye afirandin e. Eger Rêber Apo li holê nebe, eger nikaribe siyasetê bike, wê demê ti kes nikare behsa pêvajoyê bike. Tevî vê jî eger hinek rabe behsa pêvajoyê bike hingî ew kes delkbaz e, gel dixapîne. Rêber Apo banga agirbestê kir, em jî yekser bersiv dan vê bangê û agirbest ragihand. Agirbesta di Newroza 2013'an de hat ragihandin bi rewşa ku Rêber Apo karibe bi awayekî azad siyaset bike, li ser banga wî hat kirin. Ji ber vê yekê eger Rêber Apo karibe bi awayekî azad siyasetê bike, hingî agirbest heye. Na eger mîna 3,5 meh in agahî ji wî nayê girtin û zextek li ser wî hebe, hingî behsa kîjan agirbestê tê kirin? Agirbest bi şerê siyaseta azad a Rêber Apo ve girêdayî bû. Ew nîne, wê demê agirbest jî nîne. Yên vî karî dikin, civaka Tirkiyeyê bila vê baş fêm bike; Divê derhal şert û mercên jiyan û xebata azad a Rêber Apo werin afirandin. Eger dibêjin bila aştî pêk were, siyaseta demokratîk bimeşe, hingî ev şert e; ne pêkane ku rojekê jî dereng bimîne. Eger bi vî rengî nebe, wê çaxê em ê siyasetê bikin. Wexta em siyasetê bikin jî, her kes dizane ku em ê çi bikin. Gerıla siyasetê dike. Eger dixwazin ku gerîla siyasetê bike, wê demê bila vê rewşê dewam bikin. Ne pêkane ku gerîla rojeke bi tenê jî xwe li vê rabigire. Agirbest heye, pêvajo heye... Tiştekî welê nîne. Ev 3,5 mehin qet agahiya me ji Rêber Apo nîne. Em nizanin zexteke çawa lê tê kirin. Em her tiştî texmîn dikin. Li wê derê rewşeke welê ya êrîşê heye ku mirovahiyê qetil dike, azadî û demokrasiyê qetil dike. Ya li Îmraliyê pêk tê, ev e. Ji bo azadiya Rêber Apo çi ji destê kê tê divê bike. Ji ber vê yekê divê tevlîbûn li kampanya ji bo azadiya Ocalan were kirin. Ne tiştekî ku bi çend daxuyanî û meşan pêk were, ye. Zext û teror heye. Li hemberî vê bê guman gel û gerîla wê ya ji dest tê bikin. Dema kir jî ti kes nikare wan sûcdar bike. Kes nikare bêje, 'çima wiha bû, çima ev hat kirin'. Ti vegotin û rêyeke din a vê nemaye. Ji ber vê yekê kampanya ji bo azadiya Rêber Apo, kampanyayeke yekgirtî, topyekûn e. Hin hene ji bo vê qels bikin dibêjin 'hevdîtin tê kirin, dewlet hevdîtinê dike'. Madem hevdîtinê dike, çima li derve nayê bihîstin. Xuyaye tiştekî siyasî nîne. Derewek e ji bo nerazîbûn, hêrs û têkoşîna gelê Kurd û hêzên demokrasiyê qels bike, hatiye kirin. Divê kesek jê bawer neke. Divê her kes têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo weke têkoşîna demokratîk a roja îro bibîne û çi ji destê kê bê tavilê bi cih bîne. Azadiya Rêber Apo azadiya her kesî ye, demokratîkbûyîn û ji nû ve avabûn e."