Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li Fransayê hatin bîranîn

Li bajarên Parîs û Reîms ên Fransayê, M. Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz ên di berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn.

Li bajarên Parîs û Reîms ên Fransayê, M. Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz ên di berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn.

PARÎS

Merasîma bîranînê ya li Komeleya Çanda Kurd a li herêma Vîllîers le bel'ê pêk hat, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Rojnamevan-nivîskar Fûat Kav li vê derê peyivî û bal kişand ser girîngiya berxwedana 14'ê Tîrmehê ji bo Kurdan. Kav got, "Pêvajoya 14'ê Tîrmehê, ji bo pûçkirina hemû hewldanên tinekirin û înkarê destpê kir û Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi rojiya mirinê re hemû pêkanînên li dijî mirovahiyê pûç kirin."

Kav destnîşan kir ku Şoreşa Rojava, serketina HDP'ê destketiyên dîrokî yên berxwedanê ne.

Merasîma bîranînê piştî nîşandana sînevîzyona li ser çîroka şoreşgerên jiyana xwe ji dest dan û xwarina fitarê ya CÎK'ê, bi dawî bû.

REÎMS

Merasîma bîranînê ya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Reîmsê bi beşdariya gelek Kurdistaniyan pêk hat. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, li ser cangoriyên di Berxwedana 14'ê Tîrmehê û Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de jiyana xwe ji dest dan, axaftin hatin kirin.

Nûnerê navendê di axaftina xwe ya li vir de got, "Berxwedana 14'ê Tîrmehê, Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Mazlûm Dogan û hevalên wan nebûna, weke gel em îro ne li vê astê bûn. Em her tiştên xwe deyndarê vê têkoşînê û şehîdên xwe ne."

Li dû axaftinan merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

...