Cenazeyê şervana YPJ'ê Kaçar hat definkirin

Cenazeyê Şervana YPJ'ê Ayşe Kaçar a li Gire Sipî di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Sêrtê hat definkirin.

Cenazeyê Şervana YPJ'ê Ayşe Kaçar a li Gire Sipî di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Sêrtê hat definkirin.

Cenazeyê Şervana YPJ'ê Ayşe Kaçar (Bêrîtan Gabar) a li bajaroka Silukê ya Girê Spî di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de 6'ê Tîrmehê jiyana xwe ji dest da li Sêrtê ji aliyê hezaran kesan ve hat definkirin. Cenazeyê Kaçar li ser Pirsa Xêrtê ya Sêrtê bi girseyî hat pêşwazîkirin û bi konvoyê birin Mizgefta Mela Omer a li Taxa Bariş a Sêrtê. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Kaçar ji aliyê jinan ve hat hilgirtin û ber bi Goristan Şêx Musa ve birin. Piştî karên definkirinê Dayika Kaçar Bahar Kaçar axivî û wiha got: "Êdî dem dema em dest bidin hev û bibin yek hatiye. Serê Rêber Apo û hemû gelê Kurd sax be."

Sersaxiyên ji bo  Kaçar wê li Taxa Bariş bên qebûlkirin.