Cenazeyên YPG'yiyan şandin Kobanê

Cenazeyên şervanên YPG'ê Ahmed Hamed Şêx û Hamed Îsmaîl şandin Kobanê.

Cenazeyên şervanên YPG'ê Ahmed Hamed Şêx û Hamed Îsmaîl ên di şerê li kantonên Kobanê û Cizîrê de bi birîndarî rakirin nexşwexaneyên li Riha û navçeya Wêranşarê lê berî 14 rojan jiyana xwe ji dest dan, ji morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehmet Akîf Înan ji aliyê malbatan ve hatin wergirtin.

Girseya gel a li ber morgê bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin" cenaze pêşwazî kir. Cenaze wê di Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê re derbasî Kobanê werin kirin.