Cenazeyên şervanên YPG/YPJ’ê bi girseyî hatin oxirkirin
Li Cizîrê cenazeyên 3 şervanên YPG/YPJ'ê yên di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan bi tevlîbûna dehezaran welatiyan hatin definkirin.
Li Cizîrê cenazeyên 3 şervanên YPG/YPJ'ê yên di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan bi tevlîbûna dehezaran welatiyan hatin definkirin.
Li Cizîrê cenazeyên 3 şervanên YPG/YPJ'ê yên di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan bi tevlîbûna dehezaran welatiyan hatin definkirin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê cenazeyên şervanên YPG'ê Mahsum Seçen (Zerdeşt Avesta), Huseyin Gokalp û şervana YPJ'ê Fatma Dalmiş (Mezra Botan) yên li rojavayê Kurdistanê de şerê dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dani ji aliyê dehazaran welatiyan ve hatin definkirin. Bi hezaran welatiyên di serê sibê de li ser rêya Silopiyê kom bûn konvoya cenazeyan bi tililî û çepikan pêşwazî kirin.
Piştî ku cenaze hatin têketina bajar welatiyan dest bi meşê kir. Welatiyan wêneyen şervanên YPG/YPJ'ê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin û alên YPG û KCK'ê vekirin. Welatî piştî gihîştin taxa Banê Xanê cenazeyê şervanên YPG/YPJ'ê Emîne Dînç (Bêrîtan Gap), Necla Yilmaz (Têkoşîn Nûda), Yakup Turkan (Têkoşer Nisêbin), Devlet Turan (Bêrîtan Zîlan), Îsmaîl Ataman (Dilşêr Botan) û gerilayê HPG'ê Sadî Ozek (Agir Kato) ber bi bajarên wan ve hatin oxirkirin.
CIWANAN EWLEHIYA WELATIYAN GIRTIN
Piştî cenazeyên cangoriyan hatin oxirkirin welatiyan, cenazeyê 3 cangoriyan li ser pira kevn a Cizîrê re derbasî kolana Kobanê bû. Bi welatiyên kolana Kobanê re hejmara welatiyan gihîşt dehezaran û cenazeyê Seçen, Gokalp û Dalmiş ji ambûlansê wergirtin û danin ser milan. Bi deh hezaran welatiyan bi yek dengî dirûşmên, "Şehîd namirin", "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne", "Bijî berxwedana Rojava" avêtin û ber bi goristana Ş. Bêrîvan dest bi meşê kir. Di meşê de Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret, Hevseroka DBP'ê ya Şirnexê Zozan Anik, rêveberên rêxistinên DBP û HDP'ê, Komelaya Alimên Botanê, KURDÎ-DER, TUHAD-FED û gelek endamên saziyên sivîl û demokratîk amade bûn. Ciwanên Cizîrê ewlehiya meşê standin û hemû esnafan jî darabeyên xwe anîn xwarê û tevlî meşê bûn.
'EM Ê TÊKOŞÎNA WAN BIMEŞÎNIN'
Welatî piştî gihiştî goristana Ş.Bêrivan ji bo cangoriyên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe dane deqeyekê rêz girtin û sirûda "Çerxa şoreşê" xwendin. Hevseroka DBP'ê ya Şirnexê Zozan Anik sersaxî ji bo malbatan xwest û diyar kir ku ew ê her dem di rêya şehîdan de bimeşin. Anik destnîşan kir ku cangorî ji bo hebûna gelê kurd têkoşîn dane divê hemû kes ji bo pêk anîna xeyalên wan bixebite.
Bavê Huseyin Gokalp Salih Gokalp û dayika Fatma Dalmiş Zahide Dalmiş spasiyên xwe pêşkeşî welatiyên beşdarî meşê bûne kirin û diyar kirin ku ew bi zarokên xwe serbilind in.
Piştî cenazeyên Gokalp û Dalmiş hatin definkirin welatî ji bo definkirina cenazeyê Mahsum Seçen (Zerdeşt Avesta) bi wesayitên xwe konvoy çêkirin û derbasî gundê Hoserê bûn. Konvoy di têketina gund de ji aliyê sedan welatiyan ve hat pêşwazîkirin. Welatî cenazeyê Seçen danin ser milê xwe û bi dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" heta goristana gund meşiyan.
Li vir dayika Mahsum Seçen Bahar Seçen û hevjîna wî Cahide Seçen sersaxî ji bo hemû gelê kurd xwestin û destnîşan kirin ku Mahsum şehidê hemû Kurdistanê ye.
Ji bo Seçen li gundê Hoserê û ji bo Gokalp û Dalmiş jî li Mala Gel a Cûdî sersaxî tên qebûlkirin.