YPG : Operasyonên me li Hesekê didomin

Navenda Çapameniya YPG’ê diyar kir ku operasyona hêzên YPG’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê li bajar Hesekê berdewam dike.

Navenda Çapameniya YPG’ê diyar kir ku operasyona hêzên YPG’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê li bajar Hesekê berdewam dike û êrîşa çeteyan li bajarokê silûk hatiye şkandin. Di encamê de 3 nuqteyên sratejîk ji çeteyen hate rizgar kirin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê destnîşan kir ku operasyona şervanên YPG’ê li bajarê Hesekê berdewam dike encama şer û pevçûnên şevê din de 3 nuqeteyên stratejîk ji çeteyan hatine rizgar kirin. Li bajarokê Silûk ê girêdayî Serêkaniyê êrîşên çeteyan hatine şkandin. Daxuyaniya fermî ya YPG’ê wiha ye:

“Operasyonên hêzên me ya li dijî çeteyên ku dixwestin navende Hasekê dagir bikin berdewam dike.

Hêzên me şevê din operasyonek birin ser qadên ku çeteyên DAIŞ’ê ji rejîme standibûn. Operasyona ku li van qadên başûrê Hesekê de hat meşandin de hin nuqteyên stratejîk ji çeteyan hatine rizgarkirin. Hêzên me Medrese Ehliye, Medresa Duwelî û Muxate Gazê ji çeteyan rizgar kirine. Ji ber ku şer û pevçûn didome, agahiyên zelal ên operasyonê nehatine bi dest xistin.

Îro danê sibehê çeteyên DAIŞ’ê êrîş birin ser gundê Şergirat a girêdayî bajaroka Silûkê. Çeteyan pêşî maşînekî teqemenî barkirî teqandin û piştre jî êrîş kirin. Li vê qadê heta nîvro pevçûnên dijwar hatin jiyîn. Piştî van pevçûnan komên çeteyan neçar man birevin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di van qadan de nehatiye zelalkirin.

hevrêyekî me ku di şkandina êrîşên çeteyan de rolekî girîng lîst, bi lehengî şer kir û gihişt şehadete.”