Tecrîd li Parîsê hat şermezarkirin

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Parîsê hat şermezarkirin.

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku ev çar meh in dewam dike li Parîsê hat şermezarkirin. Girseya gel li ser banga CDK-F saet di 18:00 de li ber Gare de I'Est civiya û ber bi Stasboûrg-Saînt-Denîse meşiya.

Di meşa ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de Ciwanên Azad Parîs, MLKP û gelek Kurdistanê amade bû. Meş bi qîrîna dirûşmeyên "Bê Serok jiyan nabe" û "Ciwan canfedayên Apo ne" destpê kir.

Piştî meşê li Strasboûrg-Saînt-Denîsê daxuyaniyek ji çapemeniyê re hat dayîn. Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan li vir peyivî û got, "Em nêzîkatiya şantajwarî û li dijî exlaqê ya faşîzma TC ku bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li dijî gelê Kurd nîşan dide, bi tundî şermezar dike. Di demeke ku pêwîstiya hemû gelên mezlûm bi nêrînên Serok Apo heye de, şidandina tecrîdê nîşan dide ku AKP çiqasî ji demokrasî û azadiyê ditirse."

Ceylan anî ziman ku ji bo bi rakirian tecrîdê re Zîndana Îmraliyê were hilweşandin, divê gelê li Ewropayê dijî bêhtir bixebite û çalakiyên bi bandor lidar bixe. Ceylan bang li her kesên alîgirê demokrasî û azadiyê kir, ku bikevin nava tevgerê û got, "Azadiya Rêber Apo azadiya me ye."

Li dû daxuyaniya çapemeniyê banga beşdariya çalakiyên ji niha û pê ve yên ji bo rakirina tecrîdê û azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin û çalakî bi dawî bû.

...