Şervana YPJ’ê Necla Yilmaz ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin

Cenazeyê şervana YPJ'ê Necla Yilmaz a li Girê Spî di şerê hemberî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû îro li Êlihê spartin axê.

Cenazeyê şervana YPJ'ê Necla Yilmaz a li Girê Spî di şerê hemberî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû îro li Êlihê spartin axê. Pîra YPJ'î Yilmaz Sitî Yılmaz ku di merasîmê de axivî ev bang li gel kir:  "Necla şehîda welateke mezin e. 25 şehîdên me li pey hev hatin. Hûn keda wan û têkoşîna wan ji bîr nekin û di şopa wan de bimeşin."

Şervana YPJ'ê Necla Yilmaz (Têkoşîn Nûda), a 6'ê Tîrmehê li gundê Şergirat a bajaroka Silûkê ya Girê Spî de di şerê li hemberî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû, îro li Êlihê li Goristana Îpragazê spartin axê. Duh di seatên şevê de cenazeyê Yilmaz ji aliyê malbata wê û rêveberên MEYA-DER'ê ve hatibû girtin û li Êlihê ji aliyê bi sedan wesayîtê ve hatibû pêşwazîkirin. Cenazeyê Yilmaz di destpêkê de anîn mala ku lê ji dayik bûye û piştre li ser milê jinan anîn goristanê. Li gel welatiyan, rêvebirên DBP û HDP'ê jî tevlî merasîmê bûn.

Piştî ku cenaza Yilmaz bi dûa û dirûşman spartin axê, Hevserokê MEYA-DER Şaxa Êlihê Şukru Baytar axivî û bal kişand ser berxwedana Rojava. Dû re pîra Yilmaz Sitî Yılmaz axaftinek kir û ev tişt got: "Necla şehîda welatekî mezin e. Ji we daxwaziya min ew e ku hun vê têkoşîna ku bi xwîna şehîdan mezin dibe paş ve nexin, pêştir bibin. 25 şehîdên me li pey hev hatin. Hun keda wan û têkoşîna wan ji bîr nekin û di şopa wan de bimeşin."

Piştî axaftinan, welatî derbasî cihê sersaxiyê ku li Mala Sersaxiyê ya Feqiyê Teyran hate danîn.