Cenazeyê şervanê YPG’ê Turkan spartin axê

Cenazeyê şervanê YPG'ê Yakup Turkan ê ku 6'ê Tirmehê li bajaroka Silûkê jiyana xwe ji dest dabû, li gundê Dêrçem ê Nisêbînê bi girseyî hate binaxkirin.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Yakup Turkan ê ku 6'ê Tirmehê  li bajaroka Silûkê jiyana xwe ji dest dabû, li gundê Dêrçem ê Nisêbînê bi girseyî hate binaxkirin.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Yakup Turkan (Têkoşer Nisêbîn) ê  6'ê Tirmehê li bajaroka Silûkê di şerê bi çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû û duh di Deriyê Sînor ê Xabûrê de derbasî Silopiya kiribûn anîn Nisêbînê. Cenazeye Turkan, bi karwanek wesayîtan ji aliyê malbat û MEYA-DER'ê ve birin gundê Dêrçemê yê Nisêbînê. Dema karwanê wesayîtan di gundan re derbas bû ji aliyê bi sedan welatî ve hate pêşwazîkirin û cenaze birin gundê Dêrçemê. Karwanê cenazeyê di ketina gund de hate pêşwazîkirin û darbesta YPG'î Turkan a bi ala YPG'ê hatibû xemilandin, girseyê hilda ser milan û ber bi goristana gund ve ketin meşe.

Di meşê de girseyê bê navber sloganên "Şehît namirin", "Ey şehît xwîna te li erdê namîne" û "Bijî Serok Apo" berz kirin û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, YPG'î Turkan, alên PKK û KCK hatin hilgirtin. Meş li ser goristanê bi dawî bû û li gel sedan welatî Endamê PM'ê yê HDP'ê Nazim Kok, Hevserokê HDP'a Mêrdînê Musa Alkan, Hevserokê DBP'a Mêrdînê Omer Ocalan, rêveberên HDP û DBP'ê yên bajêr û navçeyên Mêrdînê, hevşaredarên navçeyên Mêrdînê û endamên Meclîsa Dayikên Aşîtiyê amade bûn. Beriya definkirina cenaze, li goristanê merasîma cenaze hate lidarxistin û ji bo cangoriyan li gel xwendina sirûda "Çerxa Şoreşê" deqîqeyek rêz hate girtin.

Di merasîmê de ewil Hevserokê MEYA-DER'a Mêrdînê Latîf Tabar axivî û diyar kir ku îro carek din Nisêbîn cangoriyê xwe hembêz dike. Tabar bal kişand ser qetlîamên li ser Kurdan pêk hatine û got ku ew bi ruhê berxwedana 14'ê Tirmehê gihîştinê van rojan. Tabar destnîşan kir ku tu eleqeya DAİŞ'ê bi Îslamiyetê ve tuneye û got ku ne AKP û ne jî DAİŞ'ê, ne ji ola Îslamê û ne jî ji pêxemberan hez dike. Tabar di dawiya axaftina xwe de ji malbat û gelê Kurd re sersaxî xwest.

'PÊKANÎNÊN AKP Û DAIŞ'Ê HEMAN TIŞT E'

Piştî Tabar, Hevserokê DBP'a Mêrdînê Omer Ocalan jî anî ziman ku êdî kes nikare pêşiya vê pêşketina Kurdan asteng bike. Ocalan ev tişt got: "Êdî gelê Kurd li cîhanê xwedî girseyek bi nav û deng e. Me bi hezaran şehîd li van çiyayan dane. Eger ku zimanê Çiyayê Bagokê hebûya û biaxiviya dê ji me re delîliya şehîdên me bikira. Heta axa me û gelê me azad nebin em dev ji têkoşîna xwe ya mafdar bernadin."

Ocalan da zanîn ku pêkanînên DAİŞ'ê yên qetilkirin û tecawizê dişibin yên dewleta Tirkiyeyê yên di salên 1990'î de ku li ser axa Bakûrê Kurdîstanê pêk dianîn û got ku pêwîst e herkes li hember van êrîşan balkêş be û banga yekîtiya gelê Kurd kir.

Piştî axaftinan cenaze li gel dirûşman hate definkirin û piştî merasîmê gel meşiya konê sersaxiyê û ji malbatê re sersaxî xwest.