Koordînasyona PAJK'ê bi wesîleya salvegera Berxwedana 14'ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya PAJK'ê de hat gotin, "14'ê Tîrmehê dîroka destpêkirina dîroka PKK'ê, dîroka Têkoşîna Azadiyê ya Jinê-dîroka vejîna gelê Kurdistanê ye.
Xeta berxwedanê ya ji hevrê Mazlûm Dogan û ÇARAN dewr hat girtin, bi 14'ê Tîrmehê re dîrokeke nipînû daye destpêkirin. BERXWEDANA ROJIYA MIRINÊ YA MEZIN a 14'ê Tîrmehê, dadgehên cûnta yên faşîst bi qirkirinê re darizandiye û bi berdêla mirinê gelê Kurdistanê û nirxên azadiyê parastiye. Bi şiyara 'Teslîmiyet rê li ber xiyanetê, berxwedan rê li ber serketinê vedike', bingeha şoerşa rizgariyê û îdealên jiyana azad û demokratîk a gelên Kurdistan û Tirkiyeyê hatiye danîn. Îro ev xet, sekna jiyana nasnameya gelên Kurdistan, Tirkiye û Rojhilat Navîn e.
Ya ku PKK'ê dike PKK, xeta berxwedana 14'ê Tîrmehê ye, ku hemû taybetmendiyên wê, pîvanên azadiyê, stratejiya têkoşînê, rastiya bûyîna tevgera civakî, vînbûyîn û berxwedanê weke sekna jiyanê şênber kiriye. Çalakiya 14'ê Tîrmehê, jîndarbûyîna PKK'ê ye ku tevî pêşketinên ji bo gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn afirandiye, di heman demê de ji bo mirovahiya cîhanê bûye rêya rizgariyê. Di şexsê abîdeyên berxwedana 14'ê Tîrmehê Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek de em hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin. Dilsoziya me ya bi bîranîna wan re, wê bi biryardarî û serketina 14'ê Tîrmehê re azadiya Rêberî û serxistina şoreşa Kurdistanê be."
'BERXWEDANA 14'Ê TÎRMEHÊ CIVAKÎBÛNA RUHÊ APOYÎ YE'
Daxuyaniya PAJK'ê bi vî rengî dewam kir:
"Berxwedana 14'ê Tîrmehê, li dijî îşkence, pêkanînên dij mirovahiyê û faşîst ên herî giran ên li zîndana Amedê, vîna kadroyên pêşeng ên PKK'ê danîne holê ye. Bi sekna Sara-Sakîne Cansiz re têkbirina celadan e. Bang û qîrîna berxwedana 14'ê Tîrmehê ji nava dîwarên zîndanê derketiye û bûye civakîbûna vîna azad. Nasnameya civakî ya hişmendî û ruhê Apoyî ye. Teqîna di mejî, ruh û rejîma mêtîngeriyê de ye. Girîng e em vê xeta berxwedanê bi hişmendiya dîroka civakî, bi stratejiya parastina rewa fêm bikin. Wan, manîfestoya azadiyê, bernameya partiyê û Rêya Şoreşa Kurdistanê di kesayetî û çalakiya xwe de bi cih anîn û şoreş afirandin. Bi awayekî zelal raxistin pêş çavan ku di şexsê kesekî de dîrok bi çi rengî dikare bê bilêvkirin, kesayetên xwedî ruhên girs eger bixwazin bi çi rengî dikarin rêveçûna dîrokê biguherînin. Çalakiya 14'ê Tîrmehê navê guhertina çarenûsa bindestan bi destê xwe ye. Ji ber vê yekê, fêmkirin û bi cih anîna Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê ku xwedî gelek dersên mezin e, di roja me ya îro de jiyanî ye.
'ESARETA ÎMRALIYÊ ESARETA JINAN E'
Em bi stratejiya tinekirin û komploker a hêzên kapîtalîst ên hegemonîk, netewe dewlet û hêzên noker ên herêmî re rû bi rû ne. Beriya her tiştî ev konsep li dijî Rêberê me ye. Esareta Îmraliyê esareta gelê Kurd, jinên Kurd e. Hewl didin bi tinekirina Kurdê Azad re li Rojhilata Navîn bi pêş ve biçin û planên xwe bixin meriyetê. Ji bo çar parçeyên Kurdistanê, ji bo jinan derfet û firsendên mûezem ên azadbûnê kemilîn e. Weke ku li Rojava tê dîtin, tevî hemû êrîş, komplo û planên cuda jî gelê Kurd li ser bingeha stratejiya xwe, gav bi gav ji bo bi cih anîna projeya jiyana azad a demokratîk, bi pêş ve diçe. Hêza tetîkkêş a paramîlîter a navneteweyî ku di bin navê DAIŞ'ê de hatiye birêxistinkirin, li pêşberî berxwedana bi heybet a gelê li Rojava, negihaştiye armanca xwe. Kuştin û komkujî hînê xeterî û gefên cidî ne. Êrîşên li hemberî civata me ya Êzidî hînê bi dijwarî dewam dikin. Helwest û berxwedana gelê me yê li Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojava li hemberî vê rewşê nîşan bide, wê kapasîteya xwe parastinê diyar bike. Ev yek ancax bi ruhê berxwedanê yê 14'ê Tîrmehê re dikare bi ser were xistin. Di heman demê de girîng e hemû hêzên Kurdistanê bi hişmendiya yekîtiya neteweyî û li ser bingeha polîtîkayeke bi vî rengî seknekê nîşan bidin. Meşandina polîtîkayên dikarin zerarê bidin destketiyên gelê Kurd û pêşeroja azad berevajî bikin, hevkariya bi netewe dewletên mêtînger ên hewl didin şoreşa Rojava bifetisînin, xiyanet e. Ji berjewendiyên azadiyê yên gelê Kurd wêdetir eger nêzîkatiyek li gorî berjewendiyên partiyê were nîşandan û polîtîkayek bi vî rengî bê meşandin, ev yek hevkariya bi komploya navneteweyî re ye. Navekî din ê vê tineye. Rewşeke jiyanî ye ku hemû hêzên siyasî yên Kurd ji bo pêşeroja Kurd û Kurdistanê bi mejiyekî hevpar tevbigerin. Ev yek berpirsyariyeke dîrokî ye ku dîrokê daniye pêşiya hêzên siyasî yên Kurd. Ti kes nikare ji binê vî gunehî rabe. Bûyer û pêşketinên li Rojava, demokratîkbûyîna tevahiya Kurdistanê û Rojhilata Navîn diyar dike. Ji aliyê esasî ve xwe vegirtina AKP'ê ji pêvajoya çareseriyê, pêwendiya xwe bi hesabên li ser Rojava re heye. Dewleta Tirk di ser Sûriyeyê re hewl dide serweriya xwe li Rojhilat Navîn bike. Hêza sereke ya DAIŞ'ê xwedî dike, desteka leşkerî û lojîstîkî dide, Tirkiye ye. Pêvajoa ku heta niha bi israra Rêberê me meşiya, lê belê ji ber polîtîkayên mijûlkirin û tinekirinê yên AKP'ê veneguherî muzakereyê, qediya ye. AKP konsepta şerekî topyekûn, tifaqên qirêj dike û ji bo vê jî bi her kesî re bazariya polîtîk dike. Li hemberî Rêberê me tecrîdeke giran dimeşîne.
'AZADIYA RÊBERÊ ME AZADIYA GELÊ KURD E'
Azadiya Rêberê me azadiya gelê Kurd e. Ji ber vê yekê divê bi bakur, başûr, rojava û rojhilat re gelê Kurd xeteke berxwedanê, xeteke parastinê ya topyekûn diyar bike. Divê bike rojeva bingehîn a jiyana xwe, têkoşîna xwe. Bi vî rengî êrîş û planên komplokerên dewletên herêmî û hêzên navneteweyî wê bên pûçkirin. Lewma pêvajo ew pêvajo ye ku ruh û biryardariya berxwedanê yê 14'ê Tîrmehê li hemû mal, kolan, bajar û gundên Kurdistanê werin bicihkirin. Girîng e gelê me parastina xwe bike. Li ser bingeha azadiya Rêberê me, di serî de jin û ciwan girîng e tevahiya gelê me beşdar bibe. Ji her demê bêhtir pêwîste berxwedana 14'ê Tîrmehê weke xeteke vîna civakî û çalakiyê bê birêxistinkirin û bi cih were anîn."