Rêveberê Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê Îbrahîm Muslim diyar kir, ku ji bo 600 zarokên di komkujiya 25'ê Hezîranê de sêwî man, ew li benda alîkariyê ne. Muslim got, "Ji van zarokan em hemû berpirsyar in. Divê gelê me xwedî li wan derkeve."
SEDAT SÛR/ANF
KOBANÊ
sêşem, 14 tîrmehê 2015, 12:04
Rêveberê Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê Îbrahîm Muslim diyar kir, ku ji bo 600 zarokên di komkujiya 25'ê Hezîranê de sêwî man, ew li benda alîkariyê ne. Muslim got, "Ji van zarokan em hemû berpirsyar in. Divê gelê me xwedî li wan derkeve."
Rêveberê Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê Îbrahîm Muslim da xuyakirin zarokên welatiyên di komkujiya dawî û şerê li Kobanê de şehîd ketin, emanetî tevahiya gelê Kurdistanê ne û destnîşan kir ku zêdeyî hezar zarok êşeke giran û travmayeke mezin dijîn. Muslim anî ziman ku weke Saziya Malbatên Şehîdan ew hewl didin bersivê bidin hemû pêwîstiyên zarokan û diyar kir ku ji bo planên dema navîn û dirêj pêwîstiya wan bi alîkariya gelê Kurdistanê, dost û saziyên navneteweyî heye.
Di komkujiya çeteyên DAIŞ'e ya li Kobanê e bi dehan zarok hatin qetilkirin û bi sedan zarok bêkes man. Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê heman piştî komkujiyê komîteyek ava kir û zêdeyî 600 zarokên bêkes man, tespît kir. Saziyê bersiv da pêwîstiyên lezgîn ên zarokan û hewl dide li ser projeyên ji bo pêşeroja zarokan bisekine. Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê, bi berpirsyariya xwedîkirin û perwerdekirina zarokên di şer de dê û bavê xwe windakirine, radibe. Bi êrîşa dawî re, hejmara van zarokan hezar derbas kir.
Rêveberê Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê Îbrahîm Muslim ji ANF'ê re peyivî û diyar kir ku di komkujiya dawî de ji 1 salî heta 11 salî bi dehan zarok hatine qetilkirin. Muslim anî ziman ku piraniya zarokên bi hovane hatin qetilkirin, di rewşeke neyê naskirin de bûn. Muslim bal kişand ser zarokên li Kobanê sêwî mane û ragihand ku li gorî xebatên wan, zêdeyî 600 zarok bi êrîşa dawî re bêkes mane.
TRAVMAYA MEZIN
Muslim bal kişand ser travma û êşa mezin a zarokan û got, "Bêkes mayîn û dîtina komkujiyê, bandoreke neyînî li zarokên me kirin. Gelek ji wan hem diya xwe hem jî bavê xwe ji dest dan. Hinek ji wan jî diya xwe yan jî bavê xwe winda kirin. Ji ber vê yekê êşeke mezin û travmayê dijîn."
ZÊDEYÎ HEZAR ZAROK
Muslim anî ziman ku weke sazî ew xwedî li van zarokan derdikevin, li ser projeyên ji bo pêşeroja zarokan disekinin, ji bo pêwîstiyên wan ên lezgîn xebatên xwe dewam dikin û got, "Hema hema hemû zarok li cem xizmên xwe dijîn." Muslim axaftina xwe wiha dewam kir: "Ji destpêka şoreşê û vir ve li zarokên hevalên me, şervanên me yên şehîd ketine, hene. Tevî van, niha li Kobanê zêdeyî hezar zarokên me sêwî mane. Pêwîstiya hemûyan ji aliyê saziyê ve tên tedarikkirin."
Muslim da zanîn ku wan komîteyek ava kirine, bi rêya vê komîteyê pêwîstiyên madî yên zarokan tespît kirine û ragihand ku di destpêkê de wan bersiv dane pêwîstiyên tenduristî, xwedîkirin û kincan ên zarokan. Muslim destnîşan kir ku ji niha û pê ve jî ew ê bersivê bidin pêwîstiyên zarokan.
DERFETÊN SAZIYÊ KÊM IN
Muslim da xuyakirin ku planên wan ên ji bo dema navîn hene û got, "Em dixwazin ji bo van zarokên xwe parkeke lîstikê ava bikin. Ji bo karibin travmayê ji ser xwe biavêjin em xebatên desteka psîkolojîk û perwerdeyî plan dikin. Em dixwazin akademiyekê vekin. Li vê akademiyê wê bi zimanê dayikê perwerde bê dayîn. Bê guman derfetên me li pêş çavan e. Ji bo em van hemûyan bicih bînin, derfetên me têrê nakin. Divê saziyên alîkariya însanî yên navneteweyî, gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û saziyên me destekê bidin van zarokên me."
PÊWÎSTIYÊN DESTPÊKÊ
Muslim da zanîn ku di destpêkê de pêwîstiya wan bi alîkariya xwarin, kinc, tenduristî û mirovên karibin ji aliyê psîkolojîk ve destekê bidin heye û diyar kir ku ji bo dema pêş jî ew li benda desteka ji bo çêkirina akademî û parka zarokan e.
BANG LI GELÊ KURDSITANÊ
Di mijara zarokên şehîdan de Muslim banga hestyarî û berpirsyariyê li tevahiya gelê Kurdistanê kir û got, "Dê û bavê van zarokan, ji bo pêşeroj û jiyaneke azad, zarokên xwe li dû xwe hiştin. Divê em bi teqezî ji van zarokan re pêşerojeke azad biafirînin. Ji bo zarokên li Kobanê em li benda alîkariya we ne."