KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Hêrsa li dijî tecrîdê zêde dibe: Bêyî Ocalan aştî ne pêkane
Bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Mûş û Erzîromê çalakî pêk hatin. -
Ok: Êrîşên AKP’ê û dewleta Tirk wê bêbersiv nemînin
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok got ku AKP’ê bi destê xwe pêvajo û agirbest xitimandiye û çi êrîşên AKP’ê û dewleta Tirk ji niha pê de wê bêbersiv nemînin. Ok der barê tecrîda li ser Ocalan de diyar kir ku ev yek sedema serhildanê ye. -
'Ruhê li Kobanê li ber xwe dide ruhê 14'ê Tîrmehê ye'
Ganî Alkan ê 8 salan li Zîndana Amedê ma diyar kir, ku ruhê 14'ê Tîrmehê îro di nava têkoşîna li Kobanê, Şengalê û gundiyên Roboskî de dijî. -
Serketina Rojava mayînde dibe
Wezîrê Karên Hundir ê Kantona Kobanê Bozan Xelîl destnîşan kir ku Şoreşa Rojava a serketî êdî bûye malê gelan û qonaxa mayîndebûna vê serketinê destpê kiriye. -
Tecrîda li ser Ocalan li Elezîzê hat şermezarkirin
Li Elezîzê welatiyên xwestin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşekê şermezar bikin, rastî astengiya polîsan hatin. Di daxuyaniyê de peyama wê li hember tecrîdê çalakî bidomin hat dayîn. -
Trafoya agir girt, wesayîtên nêzîkî xwe şewitand
Li navçeya Qoser a Mêrdînê trafoya agir girt, du wesayîtên nêzîkî xwe şewitand û anî rewşa ku careke din neyên bikaranîn. -
Cenazeyên şervanên YPG’ê Jochim û Yardimci ji sînor hat wergirtin.
Cenazeyê şervanên YPG’ê Kevin Jochim (Dilsoz Bahar) û Marûf Yardimci (Yilmaz Cîlo) yên di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dane ji deriyê sînor ê Dirbêsiyê-Qoser a Mêrdînê ji aliyê malbatên wan ve hat wergirtin. -
Cenazeyê du şervanên YPG’ê derbasî Bakurê Kurdistanê hatin kirin
Welatiyên bajarê Qamişlo bi merasîmekê cenazeyên şervanên YPG’ê Serhed Bagok û Yilmaz Cîlo di deriyê bajarê Dirbêsiyê yê navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê oxir kirin. -
Ji Midûrê Polîsan ji bo Hevşaredarê Ebexê hişyariya sûîqestê
Alîkarê Midûrê Polîsan ê Ebexê Bulent Unal bi telefonê li Hevşaredarê Ebexê geriya û hişyariya “agahiya sûîqest li hemberî we pêk bê heye, hay ji xwe hebin” lê kir. -
Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li herêmên gerîla hatin bîranîn
Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê li herêmên gerîla bi merasîmeke leşkerî hatin bîranîn. -
Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li Efrînê hatin bibîranîn
Welatiyên herêma Efrînê 33’yemîn salvegera rojiya mirinê ya têkoşerên 14’ê Tîrmehê di zîndana Amedê de bi rêzecivînan bibîr anîn. -
Li Nisêbînê ji 4 kesên di bin çavan de yek hat girtin
Li Nisêbînê ji 4 kesên hatibûn binçavkirin 3 jê serbest hatin berdin û ciwanê bi navê Halîm Elmas jî bi hinceta “Endamê rêxistinê ye” hat girtin. -
YPG’ê nasnameya 5 şervanan aşkera kir
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya 5 şervanên YPG û YPJ’ê yên ku li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest dabûn aşkera kir. -
Keça Seyîd Riza Leyla Aglar wefat kir
Keça Seyîd Riza Leyla Aglar îro li mala xwe ya li Sîhenkê wefat kir. -
Şervanê YPG'ê Guler bi merasîmeke girseyî hat oxirkirin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Omer Guler ê li Kobanê di şerê li dijî DAIŞ'ê de birîndar bû û li nexweşxaneya li Rihayê jiyana xwe ji dest da, li Elbakê bi merasîmeke girseyî ji aliyê bi hezaran welatiyan ve hat oxirkirin. -
Li Wanê avahiyên nehatine xerakirin bûne cihên tiryakê
Li Wanê piştî erdhejê ji 45 hezar avahiyên biryara xerakirina wan hat dayîn hê 25 hezar avahî nehatine xerakirin. Avahiyên nehatine xerakirin, ji bo firoşkar û tiryakkêşan ku tê gotin hejmara wan gihiştiye 16 hezaran bûne cih û war. -
‘Azadiya Ocalan garantiya aştiya herêmê ye’
Endamê Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî, Dr. Qulpî bertek nîşanî tecrîdê da û diyar kir ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan serbest bê berdan û bi awayekî aktîf beşdarî siyasetê bibe, divê her kes bi awayekî aktîf beşdarî kampanyayê bibe. -
YPG: Li Rojava 34 çete hatin kuştin
Li Rojava di şer û operasyonên li dijî DAIŞ'ê de 34 çete hatin kuştin. -
Karasû: Ruh û rêbaza 14'ê Tîrmehê şerbeta têkneçûnê ye
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû: Berxwedana 14'ê Tîrmehê rêbaza Şoreşa Kurdistanê afirandiye. Mifteya têkneçûnê daye destê berxwedêr û gelê Kurd. Ruh û rêbaza 14'ê Tîrmehê şerbesta têkneçûnê ye. -
Li Farqînê 17 kes hatin binçavkirin
Li Farqînê di saetên serê sibê de polîsan bi ser gelek malan de girtin û piştî lêgerîna malan 17 kes hatin binçavkirin. -
Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê tên bîranîn
Çalakiyên ji bo bîranîna berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li gelek bajarên Ewropayê dewam dikin. Di bîranînên li Elmanya û Fransayê de hat destnîşankirin ku kadroyên PKK'ê hovîtiya Zîndana Amedê têk birine. -
Nasnameya du gerîlayên li Şengalê jiyana xwe ji dest dane hat aşkerakirin
HPG’ê nasnameya du gerîlayên HPG’ê yên di pevçûna 12’ê Tîrmehê ya li Şengalê pêk hat de jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir. -
Ji DAIŞ'ê reviyan li zîndanê bi cih bûn
Piştî ku DAIŞ'ê Mûsil dagir kir û li gelek deverên Iraqê komkujî pêk anî, bi hezaran Iraqî neçar man koçî Başûrê Kurdistanê bikin. -
YPG'ê li Hesekê derbên giran li çeteyan xist
Li rojavayê Hesekê, di encama şerê navbera hêzên YPG/YPJ'ê û çeteyên DAIŞ'ê de Medresa Duwelî hat rizgarkirin. Hat ragihandin ku di vî şerî de herî kêm 35 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin. -
Deriyên nexweşxaneyan li Êzidiyan hatin girtin!
Êzidiyên mexdûrên şer ên li kampa Şaredariya Yenîşehîrê ya Amedê dimînin, derket holê ku ji ber li kampên AFAD'ê namînin, deriyên nexweşxaneyên dewletê li wan hatine girtin.