Li Farqînê 17 kes hatin binçavkirin
Li Farqînê di saetên serê sibê de polîsan bi ser gelek malan de girtin û piştî lêgerîna malan 17 kes hatin binçavkirin.
Li Farqînê di saetên serê sibê de polîsan bi ser gelek malan de girtin û piştî lêgerîna malan 17 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Farqînê ya Amedê polîsan bi operasyonên hemwext bi ser gelek malan de girtin. Polîsên bi wesayîtên zirxî bi ser malan de girtin û piştî lêgerînê Necat Guleç, Eşref Gulucu û Bariş Gulmez û 14 kesên navê wan nayê zanîn hatin binçavkirin.
Hat ragihandin ku 17 kes ji ber bûyerên di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de dema endamên Partiya Hur Davayê êrîşî buroya HDP'ê kiribûn rû dabûn, hatine binçavkirin. Kesên hatin binaçavkiin birin Midûriyeta Polîsan Farqînê.