Li Elezîzê welatiyên xwestin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşekê şermezar bikin, rastî astengiya polîsan hatin. Di daxuyaniyê de peyama wê li hember tecrîdê çalakî bidomin hat dayîn.
Li Elezîzê welatiyên xwestin di pêşengiya HDP û DBP’ê de tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma, "Azadiya wî azadiya me ye” bi meşeke ji Garaja Xozatê heta Qada Postaneyê şermezar bikin, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Paşê Hevseroka DBP’a Navçeyê ya Navendê Ozlem Gunay a daxuyanî da got ku hesasiyetên Ocalan hene, hem muzakere û hem jî tecrîd bi hev re nabe. Gunay diyar kir ku wê tecrîda li ser Ocalan qebûl nekin û li hember tecrîdê çalakiyên xwe bidomînin.