Li Wanê piştî erdheja 23’ê Cotmehê û 9’ê Mijdarê ji 45 hezar avahiyên biryara xerakirina wan hat dayîn hê 25 hezar avahî nehatine xerakirin. Avahiyên nehatine xerakirin, ji bo firoşkar û tiryakkêşan ku tê gotin hejmara wan gihiştiye 16 hezaran bûne cih û war. Ev rewş ji bo ewlehiya mal û canê welatiyan bûye tehlûkeyeke mezin.
Rêxistinên civaka sivîl diyar kirin ku avahî ji bo ewlehiya can tehdîdeke mezin in, zerarê didin xwezayê, bûne cihê bikaranîna tiryakê û xwestin tedbîr bên girtin.
'BI ZANEBÛN TIRYAKÊ TEŞWÎQ DIKIN'
Welatiyên têkildarî avahiyên nehatine xerakirin fikra xwe anîn ziman nerazîbûn li hember sersariya rayedaran nîşan dan. Welatiyan diyar kirin ku têkildarî mijarê gelek caran serlêdan kirine lê ti encam negirtine. Welatiyan gotin, “Bikaranîna tiryakê bi zanebûn tê teşwîqkirin. Malbata zatokên xwe li avahiyên nayên xerakirin kom dikin. Di çend salên dawî de bikaranîna tiryakê zêde bû. Avahiyên mijara gotinê ji bo tenduristiya me hemûyan tehdît in.”
'JI BO CIVAKÊ TEHLÛKEYA CÎDÎ NE'
Serokê Komeleya Hawirdorê ya Wanê (ÇEV-DER) Alî Kalçik jî, anî ziman ku pêwîst e rayedar tavilê çareseriyê ji pirsgirêkê re bibînin. Kaçlik wiha dewam kir: "Divê şaredarî mudaxele bike û qadên demkî yên ji bo parkan çêbike. Divê mutleq van avahiyan bidin xerakirin. Em wek ÇEV-DER dixwazin rêvebernameya hafriyatê pêk bînin. Têkildarî vê mijarê gelek caran me bi rayedaran re hevdîtin pêk anî, lê ti encam negirt. Li Wanê bi qasî tê xwestin qada hafriyatê nîne. Xirbeyên înşaetan dirijînin golan û nav bajêr. Ev komkujiya xwezayê ye. Di 30 sal in pêşiya me de em ê êşa wê bibînin.”
Kalçik da xuyakirin ku avahiyên nehatine xerakirin ji bo bikaraîna madeyên tiryakî bûne cih û war û got: "AFAD bi hinceta butçe kêm e xera nake. Lê di vê mijarê de butçe heye. Berpirsê vê rewşê desthilatdariya navendî ye. Avahiyê nayên xerakirin ji bo tenduristiya civakê tehlûkeyên cidî çêdike.”