Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li herêmên gerîla hatin bîranîn
Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê li herêmên gerîla bi merasîmeke leşkerî hatin bîranîn.
Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê li herêmên gerîla bi merasîmeke leşkerî hatin bîranîn.
Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê li herêmên gerîla bi merasîmeke leşkerî hatin bîranîn. Endamê Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel Sebrî Tendûrek axivî û got: “Pêwîst e ruhê 14’ê Tîrmehê bê bilindkirin, li gorî vî ruhî mirov bijî û divê em li gorî vî ruhî li ber xwe bidin.”
Li Herêmên Parastinê yên Medya, ji bo Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê merasîmek bîranînê hat lidarxistin. Endamê Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel Sebrî Tendûrek, ji Fermandarên YJA-Star’ê Hemrîn Dogan, Sozdar Welat, endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Dogan Didêrî, ji fermandarên HPG’ê Sekvan Çelî û gelek gerîla tevlî merasîma bîranînê bûn.
Endamê Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel Sebrî Tendûrek di merasîmê de axivî û got, “14’ê Tîrmehê sala 1982’yan li Zindana Amedê greva mezin a birçîbûnê destpê kir. Li ser vê bingehê em Kemal Pîr, M. Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek û hemû hevalên xwe yên şehîd bibîr tînin û li ber têkoşîna wan bejna xwe ditewînin.” Tendûrek da zanîn ku berxwedana 14’ê Tîrmehê ji bo Kurdan berxwedan derxistiye holê, pêngava 14’ê Tîrmehê li Kurdistanê pêngavek nû ye.
Tendûrek wiha dewam kir, “Bêguman êrîşên ku dijmin dan destpêkirin hatin şkandin. Vê yekê ji bo tevgera Kurd kevnoşopiya nû ya berxwedêriyê bi xwe re aniye. Li hemberî dijmin netewandina serê xwe di van rojên berxwedanê de çêbû.” Her wiha Tendûrek bibîr xist ku dikevin 33. salvegera berxwedana 14’ê Tîrmehê, gelê Kurd di van salên derbasbûyî de zindîtiyek qezenc kiriye û got, “Ruhek çêbû. Kurdan zîhniyeta ji nû ve afirandina ruhekî çêkir. Ev hemû bi saya Berxwedana Mezin a 14’ê Tîrmehê çêbûn.”
Tendûrek da zanîn ku bi vê berxwedana mezin a beriya 33 salan têkoşîna gelan bilind bûye û cih da van nirxandinan, “Piştî vê berxwedana mezin her roj ji bo Kurdan bû demên bilindkirina berxwedan, serhildan û têkoşînê. Li ser vî esasî, em îro dikarin bibêjin ev kevneşopiya di 14’ê Tîrmehê de pêk hat wê Şoreşa Kurdistanê bîne rewşek teqez. Ji ber vê sedemê ti hêz nikare îradeya 14’ê Tîrmehê teslîm bigire, îradeya wê bişkîne. Ti hêz nikare pêşiya berxwedana li Zindana Amedê destpê kir bigire û asteng bike. Ji ber vê sedemê berxwedana ku destpê kir îro di qonaxeke girîng re derbas dibe.
Di hemû qadan de êrîş li ser Kurdan çêdibin û hê jî berdewam dikin. Eger em dixwazin van êrîşan bişkînin pêwîst e ruhê 14’ê Tîrmehê bilind bikin, li gorî vî ruhî bijîn û li gorî vî ruhî li ber xwe bidin. Wê ev ji bo rêya me bibe ronahiyek. Wê ev Şoreşa Kurdistanê teqez bike. Tişta ku neyê şkandin jî ev ruhê berxwedanê ye. Li ser vî esasî em dîsa şehîdên şoreşê bibîr tînin û soza dilsoziya bi bîranîna wan re didin.”
Merasîm bi axaftinan bi dirûşman bi dawî bû.