Nasnameya du gerîlayên li Şengalê jiyana xwe ji dest dane hat aşkerakirin

HPG’ê nasnameya du gerîlayên HPG’ê yên di pevçûna 12’ê Tîrmehê ya li Şengalê pêk hat de jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir.

Li gorî daxuyaniya Fermandariya HPG’ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê, 12’ê Tîrmehê li nêzî gundê Gabara ya qûntarên çiyayê Şengalê di encama hewldana çeteyan de pevçûnek derketiye. Hat diyarkirin ku di pevçûnê de 15 çete hatine kuştin û her wiha gerîlayên bi navê Mehmet Koç (Çiya) û Maruf Yardimci (Yilmaz) ên agahî ji wan nehatine girtin, jiyana xwe ji dest dane.

HPG’ê nasnameya gerîlayan aşkera kir:

Nasnav: Çiya Agirî

Nav-paşnav: Mehmet Koç

Cihê jidayikbûnê: Agirî

Navê dê-bav: Xanim-Elî

Cih û dîroka şehadetê: 12’ê Tîrmeha 2015 Şengal

 

Nasnav: Yilmaz Cîlo

Nav-paşnav: Maruf Yardımcı

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Navê dê-bav: Sînem - Kerem

Cih û dîroka şehadetê: 12’ê Tîrmeha 2015-Şengal

HPG’ê di daxuyaniya xwe de ji bo Koç û Yardimci wiha got: “Hevalê Çiya (Mehmet Koç) di têkoşîna xwe ya şoreşê ya dirêj de di şertên herî zehmet de têkoşîna xwe meşandiye. Hevalê Çiya bi taybetiyên xwe mîlîtanekî rêzdar bûye sembol. Heval Çiya di têkoşîna xwe ya gerîla de di qadên zehmet de xebat meşandiye û keda mezin a pêkanîna fermandarbûnê, di serî de bi xwe re û hevrêyên xwe de daye. Vê bi wî re hêza fermandarbûna bi bandor û raye afirandiye. Piştî perwerdehiyên ku girtiye cihê peywira wî ya nû Şengal bû û bi bîr û baweriyek mezin berê xwe daye Şengalê û bi pratîkbûn û jîrbûna xwe hatiye hezkirin û baldarî hatiye guhdarkirin. Bi meşa mîlîtanê Apoyî sekna xwe nîşan daye. Di qada şer de bi terz û rêbazên xwe yên bandor bûye fermandarê şervaniya bi bandor.

Hevalê Yilmaz di derdoreke welatparêz de mezin bûye û di 2010’an de beşdarî gerîla bûye.  Di nava koma yekem ya çûye Şengalê de cihê xwe girtiye. Hevalê Yilmaz bûye yek ji ciwanên ku beyî teredut ji bo gelê xwe canê xwe bide. Li dijî zîhniyeta ku mêtingerî û komkujiyê di şexsê Şengalê de li ser van xakan a çeteyên DAIŞ’ê pêk tîne, bi cesaretek mezin di eniya herî pêş de cih girtiye peywira xwe meşandiye. Di têkoşîna xwe ya 5 salan de bi xebatek mezin û fedakariyek mezin, her roj bi kelecan û coşeke mezin têkoşîna şoreşê meşandiye û gihiştiye şehadetê.”

...