YPG’ê nasnameya 5 şervanan aşkera kir

Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya 5 şervanên YPG û YPJ’ê yên ku li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest dabûn aşkera kir.

Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya 5 şervanên YPG û YPJ’ê yên ku li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest dabûn aşkera kir.

Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya 5 şervanên YPG û YPJ’ê yên di şerên cuda yên Kantona Kobanê û Cizîrê de jiyana xwe li dest dabûn aşkera kir. Daxuyanî YPG’ê wiha ye: 

“Berxwedana dîrokî ya Kobanê, bi serketinên pîroz a destanên lehengî hatiye avakirin.

Gelê Rojavayê Kurdistanê yên berxwedêr mil bi mil li kêleka Şervanên Azadiyê disekinin û li dijî faşîstan şer dikin. Bêguman lêvegera serketina Kobanê, bi xwîna şehîdên ku canê xwe xelatî axa Rojavayê Kurdistanê kirin. Ew nirxên pîroz, ji her çar parçên Kurdistan û cîhanê re netewebûna şervanên azadiyê ya Rojavayê Kurdistanê dide pênasekirin. Di vê berxwedanê de penc lehengên me, bi ruhekî fedayî gihiştin asta şehadetê.

Ji bo me her şehîdek çavkaniya fikr û ramanê berxwedanê ye. Li ser vî esasî em hemleyên xwe li bejahiya Kobanê berdewam dikin û em ê nû bikin, heta em tevahiya gundan rizgar bikin. Li ku dibe bila bibe ji bo bîranîna wan hevalên şehîd em ê derbeyên giran li DAIŞ bixin heta careke din ne DAIŞ û ne jî terorîstên mîna wan hewl nedin erdê me dagir bikin û ne bifikirin ku êrîşî gelê me bikin.

Nasnemeyên şervanan wiha ne :

 

Nasnav : Elî Cûdî

Nav û Paşnav : Cûmalî Kartal

Navê Dayikê : Habîbe

Navê Bav : Mustefa

Cihê Jidayikbûnê : Semsûr

Cih û Dîroka Şehadetê: 14.07.2015 gundê Keprebîn

 

Nasnav : Erdal Başkale

Nav û Paşnav : Omer Guler

Navê Dayikê : Menîcan

Navê Bav : Nusret

Cihê Jidayikbûnê : Elbak - Wan

Cih û Dîroka Şehadetê: 01.07.2015 Sirên

 

Nasnav : Rojda Kobanê

Nav û Paşnav : Fatêma Delî

Navê Dayikê : Fadîle

Navê Bav : Salih

Cihê Jidayikbûnê : Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê : 14.07.2015 Kobanê-Kepirebîn

 

Nasnav : Şiyar Kendal

Nav û Paşnav : Şiyar Hesen

Navê Dayikê : Ezîze

Navê Bav : celal

Cihê Jidayikbûnê : Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê : 06.07.2015 Siluk- gundê Şergirat

 

Nasnav : Reşo Kobanê

Nav û Paşnav : Mihemed Mîncer

Navê Dayikê : Dersîn

Navê Bav : Muslim

Cihê Ji dayikbûnê : Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê : 26.06.2015 Kobanê