Li Nisêbînê ji 4 kesên di bin çavan de yek hat girtin
Li Nisêbînê ji 4 kesên hatibûn binçavkirin 3 jê serbest hatin berdin û ciwanê bi navê Halîm Elmas jî bi hinceta “Endamê rêxistinê ye” hat girtin.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê du roj berê jê 3 zarok û bi tevahî 4 kes di encama serdagertina malan de ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin. Halim Elmas (24) û zarokên bi navê R.D.,U.B.M. û S.E. ên hatibûn binçavkirin ev rojên li Midûriyeta Polîsan a Nisêbînê dihatin ragirtin. Piştî kar û barê li midûriyetê qediya her 4 kes derxistin pêşbêrî dozgeriyê. Dozgeriyê piştî îfadeya R.D. bi biryara “serbestiya kontrola adlî”, U.B.M. û S.E. serbest hatin berdan. Halîm Elmas jî bi biryara girtinê sewqî Hakîmiya Cezaya Sulhê ya Nisêbînê kir. Dadger bi hinceta “Endamê rêxistinê ye” biryara girtina Elmas da û ew şandin Girtîgeha Tîpa E’yê ya Mêrdînê.