YPG: Li Rojava 34 çete hatin kuştin

Li Rojava di şer û operasyonên li dijî DAIŞ'ê de 34 çete hatin kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku operasyonên hêzên YPG/YPJê yên li hemberî çeteyên hewl didin navenda Hesekê dagir bikin, dewam dikin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku duh bi şev li başûrê Hesekê li qadên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de ne operasyonekî nû hat destpêkirin û hat gotin, "Di encama operasyona ku li herêma Pira Spî ya 4 km li başûrê Hesekê ye de, gundikekî din hatiye azadkirin. Bi vê operasyonê re girêdana çeteyên xwe li başûrê Hesekê xwe bi cih kiribûn û navendên wan ên weke Reqqa û Şeddadê, ji aliyê hêzên me ve hatiye qutkirin.

Di şerê dijwar ê li vê qadê de bi qasî hatiye zelalkirin 23 endamên çete hatine kuştin. Hêzên me li vê qadê tevî 17 termên çeteyan dest danîn li ser doçkake 12,5 mm, 6 kleş, 1 BKC, 1 roketavêja B7, hejmarek zêde cebilxaneya van çekan, tangek, qemyoneke biçûk û motorsîkletek a çeteyan."

LI KOBANÊ ŞER

Di dewama daxuyaniya navenda çapemeniyê de hat gotin, "Di navbera hêzên me yên ku li başûrê Kobanê operasyona xwe berdewam dikin û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî nû rû daye" û ev agahî hatin dayîn:

"Komeke çeteyan a biçûk, duh pişt nîvro xwestin êrîş bibin li ser gundê Maxaretên ê rojhilatê bajarokê Sirînê. Li vê derê şerekî demkurt qewimî. Piştî vî şerî koma çeteyan neçar ma ji qadê bireve.  Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin. 

Li gundê Kepinrepinê başûrê Kobanê jî di navbera hêzên me û komên çeteyan de şer derket. Di vî şerî de 2 hevrêyên me yên bi lehengî şer kirin, gihîştin şehadetê."

LI SILÛKÊ 11 ÇETE HATIN KUŞTIN

YPG'ê got, "Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ya ku duh danê sibehê li hember gundê Şergirat ê li başûrê bajarokê Silûkê bi temamî hatin şikandin. Di şerê li vir de bi qasî hatiye zelalkirin 11 endamên çete hatine kuştin."

YPG'ê da xuyakirin ku duh li herêma di navbera Hol û Til Hemîsê de çeteyekî hewl da êrîşa xwekujî bike û got, "Bi destwerdanê hêzên me ve, endamê çete ku hewlda bû êrîş lidar bixe, tevî teqemeniyên li ser wî, bi saxî hat girtin."